BI DÎMEN

Li Londonê bi hezaran Kurdistanî bi şîara ‘Ji Rojava re Statû’ meşiyan

Li Londonê bi hezaran Kurdistanî bi daxwaza "Ji Rojava re Statû" li ber avahiya BBC’yê kom bûn û êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Girseyê bang li Îngilistan û civaka navneteweyî kir ku ji bo mîsogerkirina statuya siyasî ya Rojava bikevin tevgerê.

Li paytexta Îngilistanê Londonê bi hezaran Kurdistanî li ber avahiya BBC’yê hatin bal hev û êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Çalakgeran bang kirin ku statuya siyasî ya Rojava bê mîsogerkirin û Îngilistan di vî warî de gavan biavêje.

Bi bangawaziya Kurds United ku Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê tê de cih digirin, çalakiyek hat lidarxistin û daxwaza statuya siyasî ji bo Rojava û rakirina dorpêça li ser Kobanê hat kirin. Her wiha bêdengiya BBC’yê ya li hemberî Rojava hat protestokirin, sloganên “Shame on you” hatin berzkirin û dowîz hatin hildan.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir û tê de bi caran sloganên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî YPG”, “Bijî YPJ”, “Bijî Yekîtiya Kurdistan” hatin qîrîn. Kurdistanî bi kincên xwe yên neteweyî û bi alayên YPG, YPJ û Kurdistanê beşdarî çalakiyê bûn.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku ew ne tenê ji bo piştgiriyê, lê ji bo nîşandana helwesteke dîrokî li dilê Londonê hatine bal hev. Axaftvanan gotin: “Êrîşên li ser Rojava, êrîşeke plankirî ye ku ji hêla dewleta Tirk û mîlîtanên cîhadîst ve hatî pêkanîn û armanca wê şikandina vîna gelekî ye ku bi dehan sal in modela demokrasiyê û jiyana hevpar a aştiyane pêşkêş dike.”

Di axaftinan de hat diyarkirin ku Rojava ji bo gelê Kurd xeta sor e û hat destnîşankirin ku bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî çeteyên cîhadîst û dijminên mirovahiyê ne sincî û ne wijdanî ye. Hat diyarkirin ku azadiya Rojava tê wateya azadî û aştiya Kurdistan û Rojhilata Navîn û hat gotin: “Em ê ji bo azadî û aştiyê li ber xwe bidin, têbikoşin û em ê teqez bi ser bikevin.”

Di axaftinan de hat ragihandin ku gelê Kurd ji Hewlêrê heta Mahabadê, ji Amedê heta Kobanê dê bibe yek beden û yek deng û peyama “Heta mafên me yên rewa neyên mîsogerkirin em ê qadan neterikînin” hat dayîn.

Li ser navê Kurds United, Salman Kurda daxuyaniya hevpar xwend û bal kişand ser dorpêça giran a li ser Kobanê û got: “Bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û hêzên cîhanê, şirîkatiya van wehşetan e. Peymana ku di 30’ê Rêbendanê de hatî îmzekirin ne dawiya têkoşîna me ye, destpêka têkoşîneke nû ye.” Kurda destnîşan kir ku ew ê hişmendiya cîhadîst û ferzkirinên yek-perest ên ku ji hêla dagirkeran ve têne sepandin qebûl nekin.