Li bajarê Sion ê Kantona Valais ê Swîsreyê, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava, çalakiya piştevaniyê hate lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Înîsiyatîfa Jinan a Leyla Qasim û Dem-Kurd Valais ve hate lidarxistin. Di çalakiyê de peyamên piştevaniyê ji bo gelê Rojava hate dayîn û bexş hatin komkirin.
Di çalakiyê de daxuyaniya Tirkî Elîf Aciz Şahîn û Kurdî jî Rûşen Tûtkû xwend. Di daxuyaniyan de îşaret bi bandorên hilweşîner ên êrîşên li ser Rojava li ser sivîlan hate kirin û hate destnîşankirin ku rewşa jin û zarokan ku di bini şert û mercên giran ên ziwistanê de têkoşîna jiyanê didiin, her roj xiraptir dibe.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Gelê Rojava ne tenê rûbirûyê êrîşan, di heman demê de rû bi rûyê sarma, xizanî û ambargoyê ne. Zarok ji ber sarmayê jiyana xwe ji dest didin û bêdengiya raya giştî ya navneteweyî dewam dike. Ev bêdengî hevkariya sûc e.
Di daxuyaniyan de îşaret bi çanda piştevaniyê ya dîrokî ya Kurdan hate kirin û hate diyarkirin ku divê Kurdên li Ewropayê dijîn û gelên dost, piştevaniya madî û manewî bi Rojava re mezin bikin. Hate destnîşankirin ku piştevanî bersiva herî xurt a li dijî şer û polîtîkayên xirakirinê ye.
Çalakî bi peyamên mezinkirina piştevaniyê bi gelê Rojava re bi dawî bû.