Li Hannover û Toulouse ji bo Rojava meş hatin lidarxistin.
Kurdistaniyên li Hannover û Toulouse ji bo daxwaza statuyê Rojava daketin qadan.
Kurdistaniyên li Hannover û Toulouse ji bo daxwaza statuyê Rojava daketin qadan.
Li bajarê Hannoverê yê Almanyayê, bi şîara “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Rojava re Statu” meşeke girseyî hat lidarxistin. Meş li herêma Laatzen, Leine Centerê dest pê kir û beşdaran ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê deqeyek rêz girtin.
Di dema meşê de polîsên Hannoverê astengî derxistin û destûr nedan hinek pankart û flamayan, ku ev yek bû sedema nerazîbûnê. Girseya gel bi posterên Rêber Apo û bi sloganên “Bijî Serok Apo”, “Ji Rojava re statu”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Kurdistan yek e” nêzî 5 saetan meşiya û gihîşt ber Parlamena Eyaleta Saksonya Jêrîn.
Li wir mîtîngek hat kirin û Hevserokê FED-DEM’ê Latif Karakaş axivî. Karakaş bal kişand ser komployên salên 1996 û 1999’an ên li dijî Rêber Apo û dewletên ku di komployê û tecrîdê de cih girtine şermezar kir. Karakaş got: “Azadiya Rêbertiya me, azadiya gelê Kurd e. Komplo bi ser neket û em ê qadan neterikînin.”
TOULOUSE
Li bajarê Toulouse yê Fransayê jî, bi beşdariya Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê meşek hat lidarxistin. Girseya ku saet di 16.00’an de li rawestgeha metroya Jean Jaurès hatin cem hev, ji bo Şehîdên Azadiyê rêz girtin.
Di meşê de dırüşmeyğn “Rojava vaincra, Rojava vivra” (Rojava wê bi ser bikeve, Bijî Rojava), “Solution politique pour le Kurdistan” (Ji bo Kurdistanê çareseriya siyasî), “Jin, jiyan, azadî”, “Rojava, Rojhilat, Kurdistan yek welat” û “Bijî berxwedana Rojava” hatin qîrîn.
Serokê La Partie de Gauche Jean-Christophe Sellin û Nicolas ji Secours Rouge tevlî meşê bûn û peyamên piştgiriyê dan berxwedana Rojava. Parlamenterê Fransa ya Serhildêr (LFI) Hadrien Clouet jî diyar kir ku ew baweriyê bi hikûmeta Colanî nayînin û bang kir ku statuya Rojava bi fermî bê naskirin.
Girseya ku bi dirûşme û muzîkê gihîşt ber Stasyona Gare Matabiau, piştî xwendina daxuyaniyan belav bû.