Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Draguignan ê Fransayê ji bo şehîdên Rojava û Şêxmeqsûdê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Gelek kes tevlî bîranînê bûn û ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Piştre li ser navê Komaleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Nûrî Karayazi axivî. Karayazi diyar kir ku qehremanên ku pêşengiya berxwedana li Heleb û Rojava kirin, îro jî îlhamê didin gelan û wiha got, “Em bejna xwe li ber Fermandar Ziyad Heleb, Ehmed Hêmin û hemû şehîdên azadiyê ditewînin. Bi saya fedakariya wan xeyala yekîtiya neteweyî û jiyana azad didome.”
Karayazî destnîşan kir ku gefên li ser Rojava hîna jî dewam dikin û banga hestiyariyê li gel kir û got, “Dijmin îro polîtkayên xwe bi awayekî cuda didomîne. Divê her kes vê rastiyê bibîne û xwedî li nirxa şehîdan derkevin.”
Çalakî bi sînevîzyona li ser têkoşîna şehîdên Rojava û peyamên bi hestiyar ên beşdaran bi dawî bû.