Li paytexta Awusturya Viyanayê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina dorpêç û êrişên li ser Rojava meşiyan. Girseya ku li Heldenplatzê hat cem hev, ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin.
Li vir parlamentera SPO’yê Sara Costa, siyasetmedar Cuma Tak û endamê Komîteya Çalakiyê ya Platforma Parastina Kurdistanê Ahmet Zirek axivîn. Sara Costa diyar kir ku dorpêça li ser Rojava hewcedarî bi piştgiriyeke navnetewî ya lezgîn heye û wiha got:
SARA COSTA: EM NORMALÎZEKIRINA TUNDIYÊ QEBÛL NAKIN
“Ev ne tenê parastina mafan e, biryardayîn e. Ev gava li Rojava hatî avêtin, di cîhaneke patrîyarkal de gaveke wêrek e. Wateya vê gavê, bi taybetî di tundiya li dijî jinan de xwe nîşan dide. Mixabin ev tundiya pir belav bûye. Lê tiştek eşkere ye: Dema jin ji bo mafên xwe şer dikin û dibin hedef, ev êrişek li ser me hemûyan e. Ev êrişek li ser ramana jiyana azad û biryardariya jinê ye. Ez wekî sosyalîstekê, bi rastiya demokrasiyê û berpirsyariya civaka navnetewî ya ji bo parastina jiyan bawer dikim. Bêyî wekheviyê aşitî ne aşitiyek rastîn e. Em li vir in; ji ber ku em naxwazin normalîzekirina tundiyê qebûl bikin. Di cîhaneke ku her ku diçe aloztir û tundtir dibe de, dibe ku her gav bersivên me nebin. Lê bêdengî ne alternatîf e. Divê dengê mirovahiyê li dijî şer her tim bilindtir bibe.”
CUMA TAK: DIVÊ RÊXISTIN, ARTÊŞ Û DÎPLOMASIYA HEVPAR WERE AVAKIRIN
Cuma Tak jî silav li hemû berxwedanên Ewropayê kir û bal kişand ser hêza têkoşîna azadiyê ya gelan. Tak got: “Li Kurdistanê her tişt bi berxwedanê tê qezenckirin. Êrişên li ser Rojava biryara peymaneke navnetewî ya li Parîsê bû. Planker û pêkhatînerê vê, dewleta Tirk a faşîst e. Dibêjin ‘Em şaşiya li Başûr kirî, li Rojava nakin’. Raperîna Kurdan li her derê cîhanê, civandina kongreya netewî kiriye ferz. Divê bi vê kongreyê destkeftiyên Kurdan werin hevparkirin. Rêxistina hevpar, artêşa hevpar û dîplomasiya hevpar divê were avakirin. Berxwedana gelê me ya li Ewropayê nîşan dide ku ev têkoşîn ne tenê ya herêmekê, ya hemû mirovahiyê ye.”
AHMET ZİREK: HÊZA CIVAKÊ JI HER HÊZÊ MEZINTIR E
Piştî axaftinan girse bi dirûşmên “Gelê Kurd yek e” û “Bijî berxwedana Rojava” heta Schwarzenbergplatzê meşiyan. Di dema meşê de belavokên li ser rewşa Rojava hatin belavkirin. Li ser navê Komîteya Çalakiyê Ahmet Zirek axivî û got: “Hêza civakî ya gelan ji hêza dewletan mezintir e. Heta Rojava bibe xwedî statû, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em li vir in û em ê her hebin.”
Çalakî bi dirûşmên “Rojava, Rojhilat e, Kurdistan yek welat e” bi dawî bû.