BI DÎMEN

Li Berlînê bi hezaran kes li dijî Komploya Navneteweyî û êrîşên li ser Rojava meşiyan

Bi nêzbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, li Berlînê meş û mîtîngek hat li dar xistin. Di çalakiyê de hat destnîşankirin ku komploya li ser Rêber Apo û êrîşên li ser Rojava, berdewamiya heman xeta siyasî ne

Bi nêzbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêber Apo, Kurdistanî û dostên wan, li Berlîna paytexta Elmanyayê meş û mîtîngek li dar xistin. Di çalakiya ku bi hezaran kes beşdar bûn de hat diyarkirin ku komploya navneteweyî û êrîşên li ser Rojava ji hev ne serbixwe ne û berdewamiya heman polîtîkayên tunekirinê ne.

Bi banga hevpar a Nav-Berlin, Meclîsa Jinê ya Destdan, WDR Berlin, GK Berlin, Jinên Ciwan Berlin, KJAR Berlin, Kongra-Star Berlin, Ciwanên Berlin, Navenda Çanda Rojava, Federasyona Demokratîk a Elewiyan (FEDA), Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB), Cenî û Meclîsa Jinên Êzidî ya Berlînê, girse li Breitscheidplatzê hatin ba hev û bi deqîqeyek rêzgirtinê dest bi çalakiyê kirin.

Piştî rêzgirtinê, ji Ocaqa Sinemillî Pir Cemal gulbang da. Li ser navê Meclîsa Êzidî ya Berlînê û Civaka Îslamiya Kurdistanê nûneran axaftin kirin.

‘ERDHEJA 6’Ê SIBATÊ WÊRANEKE SIYASÎ YE’

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku erdheja 6’ê Sibata 2023’an, tevî ku li Tirkiyeyê wek "felaketa xwezayî ya sedsalê" hat pêşkêşkirin jî, di rastiyê de wêraneke siyasî ya hişmendiya dewleta serdest bû. Hat diyarkirin ku herî zêde gelê Elewî bedel daye, erdnîgariya Elewiyan bi zanebûn bi tenê hatiye hiştin û tîmên rizgarkirinê bi zanebûn nehatine şandin.

Hat gotin ku zarokên piştî erdhejê sax mane û malbatên xwe winda kirine, radestî saziyên dînî-tarîqatan hatine kirin da ku ji nasnameya xwe ya Elewî bên dûrxistin; ev polîtîka jî wekî siyaseteke tunekirinê ya li pişt "felaketa xwezayî" hatiye veşartin hat pênasekirin.

‘JI KERBELAYÊ HETA KOBANÊ HEMAN HIŞMENDÎ’

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku îro heman siyaseta tunekirinê bi amûrên cuda li Rojava û Kobanê tê meşandin. Hat gotin ku bermahiyên DAÎŞ’ê yên wekî çeteyên HTŞ’ê ku dewleta Tirk piştgiriyê dide wan, êrîşên xwe yên qirkirinê li ser Elewiyên Ereb didomînin û tirsê bi awayekî sîstematîk belav dikin.

Hat diyarkirin ku ev polîtîka ne tenê bi Elewiyan re sînordar in; Dûrzî, Xiristiyan, Suryanî û Êzidî jî ji aliyê hişmendiya yekparêz û cîhadîst ve tên hedefgirtin. Hat destnîşankirin ku Kobanê, bi rewşa xwe ya ku av, elektrîk û xetên pêwendiyê lê hatine birîn, mînaka herî dijwar a vê zilmê ye.

‘BI RUHÊ JIN JIYAN AZADÎ BERXWEDAN BERDEWAM DIKE’

Di çalakiyê de hat diyarkirin ku bi pêşengiya gelê Kurd û bi taybetî jinên Kurd berxwedaneke bi hêz tê meşandin. Hat gotin ku çeteyên HTŞ’ê hewl didin mafê protestoya rewa bi tawanbariya "terorê" bifetisînin û êrîşên sîstematîk li ser jin û ciwanan pêk tînin.

Di çalakiyê de bang hat kirin ku piştgiriya bi gelê Rojava re yê ku bi ruhê serhildanên "Jin Jiyan Azadî" li ber xwe dide, bê mezin kirin. Di mîtînga ku bi siloganên car caran berdewam kir de, çalakgeran destnîşankirin ku heta êrîşên li ser vîna jiyana demokratîk, piralî û azad a Rojava bi dawî nebin, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.