BI DÎMEN

Li Grazê ji bo Rojava meşa girseyî

Li Grazê Kurdistanî û dostên wan xwestin ku dorpêça li ser Kobanê demildest rabe û peyama "gelê Rojava ne bi tenê ye" dan.

Li bajarê Graz ê Awusturyayê, Kurdistanî û dostên wan ji bo piştevaniya bi Rojava re û ji bo rakirina dorpêça li ser Kobanê meşek li dar xistin.

Beşdar saet di 14:00’an de li Meydana Hauptbahnhofê civiyan û piştî xwendina Marşa Neteweyî ya Kurdistanê, Ey Reqîb, dest bi meşê kirin. Di dema meşê de êrîşên ku sivîlan dikin hedef hatin şermezarkirin û banga rakirina dorpêça li ser Kobanê hate kirin. Girseya gel her tim sloganên wekî “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Ji Rojava re statû, ji jinan re azadî!”, “Defend Rojava” û “Em di xweparastinê de ne” berz kirin. Bi vî rengî hat destnîşankirin ku têkoşîna gelên Rojava ya ji bo azadî, aştî û jiyana demokratîk ne bi tenê ye.

Piştî ku meş li qada diyarkirî bi dawî bû, li ser navê komîteya amadekar daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gelê Kurd bi pergala xwe ya xweparastinê li ser piyan maye û wê her tim wiha be. Her wiha hat diyarkirin ku îxanet roj bi roj zelaltir dibe û li ser neteweya Kurd tunekirineke bi tevahî tê ferz kirin, lê bi saya berxwedanê ev lîstik hatine pûç kirin.

Çalakî bi ragihandina komîteya amadekar bi dawî bû ku sibê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Grazê ji bo bîranîna şehîdên Rojava bernameyeke bîranînê bê li dar xistin.