Li paytexta Elmanyayê Berlînê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan, bi armanca protestokirina êrişên dagirkeriyê û dorpêça li ser Rojava ya berdewam dike stand vekirin, afîş û broşur belav kirin.
Di standa ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (Teko-JIN) li ber birca saetê ya Alexanderplatzê hat vegirtin de, êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin û ji bo berjewendiya Heyva Sor xebatên agahdarkirin û piştevaniyê hatin meşandin. Ji gelê ku serdana standê kir re hat ragihandin ku Heyva Sor saziyeke alîkariyê ya mirovî ye ku li dijî zilmên li Kurdistanê diqewimin çalakiyan dimeşîne.
Di daxuyaniyan de hat gotin, “Em îro wek ciwanên şoreşger ên Apoyî ji bo xwedîderketina li Şoreşa Rojava li vir in.” Di daxuyaniyan de her wiha rexneyên li ser wê yekê hatin ziman ku Elmanya piştgiriyeke nerasterast dide êrişên li ser Rojava û hewl dide berteka demokratîk a gelê Kurd bitepisîne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku, gelê ku di dirêjahiya hebûna xwe de aştî, jiyana hevbeş a gelan û yekîtiya gelê Kurd xwestiye, dema mafên xwe yên demokratîk bi kar tîne bi zextan re rû bi rû dimîne û ev yek di raya giştî û derdorên mafên mirovan de fikarên cidî çêdike. Hat diyarkirin ku êrişên li ser Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bi tundî têne şermezarkirin û bi taybetî hewildanên qirkirinê yên li ser Rojava ya ku bi paradîgmaya Rêber Apo teşe girtiye nayên qebûlkirin. Di daxuyaniyan de hat teqezkirin ku heta Rojava statûyekê bi dest bixe dê têkoşîn berdewam bike.
Di çarçoveya çalakiyê de ji aliyê ciwanan ve şanoyeke kurt hat pêşkêşkirin. Di nîşandanê de zilma ku çeteyên HTŞ û DAÎŞ’ê pêk tînin û rizgarkirina ji destê van çeteyan a bi destê YPG, YPJ û ruhê seferberiya gel hat nîşandan.
Di dirêjahiya xebatê de bi gel re sohbetên yek bi yek hatin kirin, derbarê geşedanên li Rojava de agahdarkirin hatin dayîn û bi hevdîtina gelek kesan re hewl hat dayîn ku hişmendî were avakirin. Di dema çalakiya standê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.