BI DÎMEN

Li Cenevreyê bi hezaran kes meşiyan: Ji bo Rêber Apo azadî, ji bo Rojava statû

Li Cenevreyê bi hezaran kes di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de meş û mîtîngek li dar xistin. Axivêran destnîşan kirin ku komploya navneteweyî û êrîşên li ser Rojava berdewamiya heman xeta polîtîk in û banga piştgiriya kirin

Di nêzîkbûna salvegera 27’emîn a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo de, Kurdistanî û dostên wan li bajarê Cenevre yê Swîsreyê meş û mîtîngek li dar xistin. Di çalakiya ku bi hezaran kes beşdar bûn de hat destnîşankirin ku komploya navneteweyî û êrîşên li ser Rojava berdewamiya heman xeta polîtîk in.

Girseya ku li qada Plainpalaisê hatin cem hev, piştî deqeyek rêzgirtinê daxuyanî dan. Piştî rêzgirtinê axaftina yekemîn ji aliyê Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Cemal Ozdemîr ve hat kirin. Ozdemîr spasiya hemû gel û dostên ku heta îro li dijî êrîşên li ser Rojava û gelê Kurd qad vala nehiştine kir.

OZDEMÎR: GELÊ KURD LI DIJÎ KOMPLOGERAN BÛ YEK DIL

Ozdemîr diyar kir ku biryara di 4’ê Rêbendanê de li Parîsa paytexta Fransayê di civînê de li dijî gelê Kurd hat girtin, tê wateya komploya navneteweyî ya duyemîn û got: “Gelê Kurd li dijî van komplogeran bû yek dil. Gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê û dostên me yên li Ewropayê li dora gelê Rojava bûn xeleka berxwedanê. Rêber Apo li dijî vê komployê roleke mezin girt ser xwe û gelê me ji komkujiyê parast.”

SOMMARUGA: WEKÎ RÊVEBERIYA CENEVREYÊ EM DI NAV PIŞTGIRIYÊ DE NE

Endamê Konseya Bajarê Cenevreyê û endamê Parlementoyê Carlo Sommaruga di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê. Sommaruga kevneşopiya berxwedanê ya ku ji Komara Mahabadê heta Başûrê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Rojava dirêj dibe bi bîr xist û destnîşan kir ku wekî rêveberiya Cenevreyê ew bi gelê Kurd û Rojava re di nav piştgiriyê de ne. Sommaruga anî ziman ku ew ê di rojên pêş de serdanekê li Hewlêrê bikin û bi şandeya ku ji Kobanê tê re hevdîtinê bikin.

Şaredarê Cenevreyê Alfonso Gomez jî diyar kir ku êrîşên li ser gelê Kurd û gelên herêmê bi awayekî sîstematîk berdewam dikin. Gomez bal kişand ser êrîşên çeteyên selefî û got ku li dijî van êrîşan ew bi gelê Kurd re di nav piştgiriyê de ne.

Piştî daxuyaniyan girse dest bi meşê kir. Di dema meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Rojava ne bi tenê ye” hatin berzkirin.

FARÎSOGULLARI: AZADIYA RÊBER APO, AZADIYA GELÊ KURD E

Piştî meşê li Qada Nationê ya ku Ofîsa NY’ê lê ye mîtîngek hat lidarxistin. Li vir axaftina yekemîn li ser navê Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ji aliyê Mûsa Farîsogulları ve hat kirin. Farîsogulları destnîşan kir ku ji bo parastina mafan divê mirov her tim li ser piyan be û têbikoşe. Farîsoğulları bi bîr xist ku kampanya gerdûnî ya ku di sala 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin hîn jî berdewam dike û got ku gel her roj ji bo azadî û parastina destkeftiyên xwe têdikoşe. Farîsoğulları got: “Azadiya gelê Kurd di azadiya Rêber Apo de ye. Heta Rêber Apo bi fîzîkî azad nebe, azadiya gelê Kurd jî pêkan nîn e.” Her wiha bal kişand ser komployên yekemîn û duyemîn û berxwedana Rêber Apo û gel a li dijî komployê vegot.

MARYAM YUNUS: BÊDENGÎ HEVKARIYA SÛC E

Seroka Partiya Keskan a Cenevreyê Maryam Yunus Ebener di daxuyaniya li ber NY’ê de diyar kir ku gelê Kurd bi dehan sal in rastî zext û cudakariyê tê û got ku bêdengî tê wateya hevkariya sûc. Maryam Yunus Ebener destnîşan kir ku bi taybetî modela jiyana azad a ku li Rojava bi pêşengiya jinan hatî pêşxistin tê hedefgirtin.

FERATÎ: KORÎDORÊN ALÎKARIYA MIROVÎ WERIN VEKIRIN

Endamê Konseya Mezin a Cenevreyê Leonard Feratî diyar kir ku êrîşên li ser Rojava sivîlan û saziyên demokratîk hedef digirin û got ku ev êrîş binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî ne. Feratî banga vekirina korîdorên alîkariya mirovî û parastina sivîlan kir.

Di mîtîngê de di daxuyaniya li ser navê pêkhateyên greva femînîst û greva jinan de hat diyarkirin ku êrîşên li ser Rojava berê xwe dane modeleke civakî ya li ser bingeha azadiya jinê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berdêla herî giran a şer û dorpêçan jin didin û banga mezinkirina piştgiriya navneteweyî hat kirin.

Nûnerê Tora Serhildan û nûnera Sendîkaya Navpîşeyî ya Cenevreyê (SIT) Nancy Aguirre jî di axaftinên xwe yên li ber NY’ê de peyama ku Rojava ne bi tenê ye dan. Aguirre bang li sendîka û rêxistinên kedê kir ku bikevin nav piştgiriyeke berbiçav.

Mîtîng piştî dirûşme û bangan bi dawî bû.