Li paytexta Fransa Parîsê, Kurdistanî û dostên wan di saet 14:00’an de li Qada République li hev kom bûn û bi dirûşmeyên, “Ji Rojava re statu, jinan re azadî”, “Defend Rojava” û “Em di xwe parastinê de ne” destnîşankirin ku têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê ya gelên Rojava ne bi tenê ye.
Di çalakiyê de pankartên ku îradeya jiyana hevpar û pergala demokratîk a gelên li Rojava diparêzin, hatin hilgirtink. Girseyê piştî axaftinên kurt, ber bi Qada Bastille ve meşiya. Di tevahiya meşê de êrîşên ku sivîlan hedef digrin, hatin protestokirin û banga bidawîkirina dorpêça li ser Kobanê hate kirin. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
Di axaftinên mitînga ku li Qada Bastille hat lidarxistin de, hate destnîşankirin ku Rojava ji bo gelên Rojhilata Navîn modeleke jiyanê ya wekhev, azadîxwaz û demokratîk e. Axaftvanan diyarkirin ku divê Rêveberiya Xweser a Rojava di asta navneteweyî de were naskirin û bang hat kirin ku raya giştî ya navneteweyî bêdeng nemîne.
Di mitîngê de girtin û binçavkirinên li Tirkiyeyê yên li dijî ESP’ê pêk hat û di raya giştî de wekî “Operasyona Rojava” tê binavkirin, hatin protestokirin. Di daxuyaniya li ser navê ACTIT’ê de hate xwestin ku girtî tavile werin berdan.
Li ser navê CDK-F’ê jî Fevziye Erdemircî axivî û wiha got, “Ji bo qetilkirina Kurdan biryar dan. Me berxwedanê li dijî vê mezin kir. Êrîşên li ser Rojava, li dijî hemû Kurdistanê ye.”
Çalakî bi dubarekirina bangên piştevaniyê bi Rojava re û dirûşmeyan bi dawî bû.