Sê şaredariyên Swîreyê ji bo Rojavayê şeva piştgiriyê bi rêxistin kir
Dahata ku di şeva piştgiriyê ya bi pêşengiya şaredariyên Lozan, Renens û Vevey yên Swîsreyê hatî komkirin, dê bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bigihîje Rojava.
Dahata ku di şeva piştgiriyê ya bi pêşengiya şaredariyên Lozan, Renens û Vevey yên Swîsreyê hatî komkirin, dê bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê bigihîje Rojava.
Ji ber êrîşên li ser Rojava, bi sed hezaran kes neçar ma ku malên xwe biterikînin. Ji ber krîza mirovî, Heyva Sor a Kurdistanê li seranserê cîhanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin. Di serî de li Başûrê Kurdistanê, li gelek bajaran kampanyayên alîkariyê berdewam dikin.
Bi pêşengiya şaredariyên Lozan, Renens û Vevey û bi hevkariya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê (NCDK-Lozan) û Meclîsa Jinan a Lajîn, ji bo Heyva Sor çalakiyeke piştgiriyê hat lidarxistin. Siyasetmedar û şaredarên Swîsreyî jî beşdarî çalakiyê bûn. Hemû dahata şevê ji bo alîkariya Rojava ji Heyva Sor re hat bexşkirin.
Çalakiya ku li Salle de Spectacle a li bajarê Renensê pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên berxwedana Rojavayê dest pê kir. Hevseroka NCDK-Lozanê Aysel Argîn xîtabî beşdaran kir û got: "Em vê êvarê ji bo Rojava hatine cem hev. Ez spasiya şaredar, endamên meclîsa şaredariyê û nûnerên partiyên siyasî dikim ku keda wan di vê şevê de heye. Em hemû kesên ku piştgiriya mezin dikin silav dikin. Bijî Berxwedana Rojava."
Hevseroka Heyva Sor a Kurdistanê Hediya Abdullah bi peyameke dîmen beşdar bû û spasiya kesên piştgirî dane kir. Hediya Abdullah diyar kir ku: "Bi êrîşên dawî re bi hezaran mirovên me di dibistan û mizgeftan de dimînin. Kobanê di bin dorpêçê de ye û krîzeke giran a mirovî tê jiyîn. Ev alîkarî ji bo gelê me pir girîng bûn. Em minetdarê hemû xêrxwazan in û daxwaz dikin ku alîkarî berdewam bikin."
Di çalakiyê de Şaredarê Renensê Jean François Clément, endamê Partiya Karkeran a Lozanê (POP) Xavier Roth, Endama Meclîsa Şaredariya Lozanê ya POP’ê Sevgî Koyuncu, serokê rêxistina ciwanan a Partiya Sosyalist (SP) Julien Berthod û namzeda Endama Meclîsa Şaredariyê ya POP’ê Tanya Nîhal Işik axaftinek kirin.
Dahata ji xwarin û vexwarinên ku di şevê de hatin firotin dê ji Heyva Sor re bê veguhestin. Heyva Sor ragihand ku dê di rojên pêş de derbarê alîkariyan de daxuyaniyeke fermî bide.