Li bajarê Reims ê Fransayê, ji bo bîranîna şehîdên Rojava û nirxandina geşedanên heyî civîna gel a bi tevlîbûna girseyî hate lidarxistin. Nivîskar Sefkan Kobanê jî tevlî civînê bû.
Civîn bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bernameyê de şehîdên Rojava hatin bibîranîn. Piştre geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn, rewşa dawî ya Rojava û xebatên rêxistinbûnê yên Ewropayê bi berfirehî hatin nîqaşkirin.
Nivîskar Sefkan Kobanê di civînê de axivî. Kobanê bal kişand ser îradeya berxwedan û azadiyê ya gelên Rojava û wiha got, “Şoreşa Rojava ne tenê ya herêmek, têkoşîna hevpar e ku li ser navê mirovahiyê hatiye dayîn.” Kobanê bal kişand ser girîngiya helwesta birêxistinkirî ya gel û banga mezinkirina piştevaniyê û parastina destkeftiyan kir.
Civîn, bi peyamên biryardariya mezinkirina têkoşîna hevpar bi dawî bû.