Kurdistaniyên li Brukselê dijîn, ji bo nîşandana piştgiriya xwe ya bi serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re, êvara îro li Meydana Lûksemburgê ya li pêşiya Parlamentoya Ewropayê civiyan.
Çalakiya ku bi beşdariya gelek kesan pêk hat, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re li ser navê KNK’ê Seîd Senendecî axivî û diyar kir ku ew bi gelê Rojhilatê Kurdistanê re di nava piştgiriyê de ne. Senendecî got: “Weke KNK, em daxwazên gelê Rojhilatê Kurdistanê weke daxwazên xwe dibînin. Em daxwaz dikin ku Îran dawî li polîtîkayên komkujiyê bîne û girtiyên siyasî demildest serbest berde.”
Di berdewamiyê de daxuyaniya hevpar a PJAK-KJAR’ê hate xwendin û bal kişandin ser têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Îranê li ber çavê gel rewayiya xwe winda kiriye; her wiha hate gotin ku Serhildana Jinan û tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî nebûye, berovajî wê heta azadî pêk neyê dê bi şêwazên cuda berdewam bike. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Heta ku kurdekî azadîxwaz bimîne, ev serhildan dê berdewam bikin.”
Li ser navê Nûnertiya Ewropayê ya PYD’ê jî Fuad Omer axivî û diyar kir ku bi saya serhildan û berxwedanan, gelek dewlet û saziyên Ewropayê neçar mane banga agirbestê bikin. Omer bal kişand ser bandora herêmî ya têkoşîna li Rojhilatê Kurdistanê û got: “Îro li Rojhilat serhildanek heye. Her serkeftineke gelê Kurd bandorê li tevahiya herêmê dike. Banga me ji bo Îranê zelal e: Divê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê gav bêne avêtin. Ev jî bi yekîtiya Kurdan pêkan e.”
Çalakiya ku saet di 16:30’an de dest pê kir û nêzî saetekê dewam kir de, alayên PJAK’ê hatin hildan. Di dema çalakiyê de dirûşmeyên “Yekê yek e, gelê Kurd yek e”, “Serhildan jiyan e” û “Rojhilat serhildan e, Rojava berxwedan e” hatin berz kirin.
