BI DÎMEN

Li Aachenê mîtînga piştgiriya bi Rojava re: Ji Rojava re statû

Li bajarê Aachen yê Elmanyayê, Kurdistanî bi armanca piştgiriya bi Rojava re li navenda bajêr mîtîngek li dar xistin. Di çalakiyê de berxwedana Rojava hate silav kirin û banga naskirina statûyê hate kirin.

Li bajarê Aachen ê Elmanyayê bi pêşengiya Mala Gel a Kurd, bi armanca piştgiriya bi Rojava re mîtîngek hate li dar xistin. Mîtînga ku gelek Kurdistanî beşdar bûn, li Elisenbrunnen a li navenda bajêr pêk hat.

Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir û piştre marşa Ey Reqîb hate xwendin.

Di axaftinan de berxwedana Rojava hate silav kirin û hate destnîşankirin ku divê statûya pergala xweser a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin were naskirin. Di axaftinan de bal hate kişandin ku li Rojava her çend hin peyman hatibin kirin jî metirsiya êrîşan berdewam dike û hate diyarkirin wekî ku hêzên Kurd li qadê amade ne, divê gelê li Ewropayê jî her kêlî li qadan be. Axaftvanan bang kirin ku têkoşîna mafdar a Rojava bi awayekî bihêztir ji raya giştî ya cîhanê re were vegotin.

Di mîtîngê de her wiha bal hate kişandin ser êrîşên ku di demên dawî de ji aliyê hin derdoran ve bi rêya medyaya dîjîtal li dijî nirxên Kurdistanê û kesayetên pêşeng têne kirin. Hate diyarkirin ku divê gel li hemberî hewildanên bi vî rengî hişyar be û pêşengên têkoşînê li ber çavan bigire.

Di dema çalakiyê de dirûşmeyên “Gelê Kurd yek e”, “Kurdistan yek e”, “Kî ne em, Kurd in em”, “Rojava, Rojhilat e; Kurdistan yek welat e”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî yekîtiya gelê Kurd” hatin berz kirin.