Di 3’yê Sibatê de li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di serdegirtinên mal û saziyan de; gelek kes hatin binçavkirin ku di nav wan de endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Ajansa Nûçeyan a Etkin (ETHA), DİSK/Limter-İş, Polen Ekoloji û BEKSAV di serî de, rêxistinên jin û ciwanan, sendîka, saziyên ekolojiyê, navendên çand û hunerê û kedkarên çapemeniyê hebûn.
Li dijî van binçavkirinan, ji aliyê Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ve li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, li ber Postaxaneya Mezin a li Rue du Mont-Blanc daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayîn.
Di daxuyaniyê de Ali Orak axivî û êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li ser kedkar, hêzên şoreşger-sosyalîst û beşên ku bi gelê Kurd re di nav pişteviyê de ne, şermezar kir. Orak bal kişand ser xeta berxwedana dîrokî ya têkoşîna sosyalîst û şoreşger û ev îfade bikar anîn:
“Em dibînin ku yên li kolanan li cem kedkaran in, yên bi têkoşîna gelê Kurd re mil bi mil dimeşin, tên hedef girtin. Em hevrêyên wan kesên ku li Gezî, Gazî û Kobanê şehîd ketine ne. Em hevrêyên wan kesên ku digotin ‘Me Kobanê bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin’ û li Pirsûsê şehîd ketine ne. Îro sosyalîst û şoreşgerên ku buro û weşanxaneyên wan ji aliyê faşîzmê ve tên girtin, serî natewînin. Divê faşîzm vê yekê pir baş bizanibe. Duh li Gazî, Gezî û Kobanê; îro li Rojava, sosyalîstên ku dimînin û di her şert û mercî de dibêjin ‘em ê qezenc bikin’, heta îro li ber faşîzmê çok danenîne, ji niha û pê ve jî wê daneynin.”
Teksta daxuyaniyê ya bi Fransî ji aliyê Abdurrahman Çelik ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de her wiha banga beşdariyê li meşa ku wê di 7’ê Sibatê de li Cenevreyê bi dirûşma “Azadiya ji bo Rêber Apo, Azadiya ji bo Rojava” bê li dar xistin, hate kirin.