BI DÎMEN

Li Cenevreyê amadekariyên meşa 7’ê Sibatê têne kirin

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, lez dan amadekariyên meşa navend Swîsreyê ku wê bi dirûşmeya, “Azadiya Rêber Apo, Azadiya Rojava ye” were lidarxistin.

Meş wê di 7’ê Sibatê de, ji Qada Plainpalaisê heta avahiya Neteweyên Yekbûyî were lidarxistin.

Aktivîstên ciwan ên Kurd di vê çarçoveyê de, li Zanîngeha Cenevreyê û Kolana Bel-Air ku yek ji cihên herî qelebalix ê bajêr e, danezan belavkirin.

Di danezanê de îşaret bi armanca meşê û girîngiya rakirina tecrîda li ser Rêber Apo ji bo gelên Rojava û Rojhilata Navîn hate kirin.

Koma Enternasyonalîst a Serhildan a Cenevreyê jî piştgirî da belavkirina danezanan. Ciwanan bang li gelê Cenevre û raya giştî ya demokratîk kir ku di 7’ê Sibatê de tevlî meşa dirêj bibin.