Li Kolnê meşa Rojava: Em ê heta statuya siyasî were naskirin, li qadan bin
Kurdistanî li bajarê Koln ê Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û daxwaza statuya siyasî, meşiyan.
Kurdistanî li bajarê Koln ê Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û daxwaza statuya siyasî, meşiyan.
Kurdistaniyên ku li bajarê Koln ê Elmanyayê, bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Viyan li hev civiyan, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û daxwaza statuya siyasî meşiyan.
Girseya ku li Dêra Dom a dîrokî li hev civiyan, piştî danezana bi Elmanî ya derbarê geşedanên dawî yên li Rojava, dest bi meşê kirin. Di meşê de pankarta, “Ji Rojava re Statu” hate hilgirtin. Hewldana provakasyonê ya komekî ku alê HTŞ’ê vekirin, bi destwerdana rêveberên NCKD’ê û polîsan re hate astengkirin.
Girseyê tevî êrîşa bi gotinî ya komekî Tirk ê faşîst jî bi nêzîkatiya aqlê selîm a rêveberan sikûneta xwe parastin û çalakî bêyî pirsgirêk dewam kir.
Girseyê tevî berzkirina dirûşmeyan heta Qada Heumarktê meşiyan û di dawiya meşê de diyarkirin ku heta avaniya xweser a Rojava were naskirin ew ê çalakiyên xwe bi biryardarî bidomînin.