BI DÎMEN

Ji bo Rojava li Winterthurê meş hat lidarxistin, li Zurihê standa agahdarkirinê hat danîn

Di çarçoveya çalakiyên piştevaniyê ya bêyî navber bi Rojava re de, li Winterthurê meş hat lidarxistin, li Zurihê jî standa agahdarkirinê hat danîn.

Kurdistanî û dostên wan ên ku li Neumarka bajarê Winterthur ê Swîsreyê li hev civiyan, bi armanca piştevaniya bi Rojava re meşiyan. Girseyê di dema meşê de dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Berxwedana Kurdistan” û “Gelê Kurd yek e” berzkirin.

Piştî meşê, Hekîm Hatutî axivî. Hatutî diyar kir ku Şoreşa Rojava li tevahiya Kurdistanê ruhê yekîtiya neteweyî û piştevaniyê çêkiriye û destnîşan kir ku di serî de Rojhilat, Bakur û Başûr, tevahiya gelê Kurd û dostên wan ji bo piştevaniya berxwedanê rabûn

Piştre, li ser navê MKP’ê Sabrî Dersim mafê axaftinê girt. Dersim di axaftina xwe de diyar kir ku hêzên emperyalîst bi ji nû ve zindîkirina DAÎŞ’ê, li ser Rojava êrîşan pêk tînin. Dersim, bi bîr xist ku gelê Rojava di sala 2014’an de li dijî çeteyan bi tifaq û berxwedana hevpar a gelan têkoşîneke girîng daye û bilêv kir ku heman ruhê berxwedan û piştevaniyê têkoşîn îro jî were dewamkirin.

Di çarçoveya bernameyê de, li ser navê saziya Revolutionares Jugendbundnis ku li Winterthurê xebatê dike, bi zimanê Elmanî axaftin hate kirin. Di axaftinê de hate destnîşankirin ku berxwedaneke navneteweyî heye û banga piştevaniyê hat kirin.

Piştî axaftinan, skeça “Kezî” ji aliyê Hunera Mizgîn ve hate pêşkêşkirin. Di skeç de birîna keziya şervanek YPJ’ê ji aliyê çeteyan ve li Rojava û bertekên piştî belavbûna vê bûyerê li ser medyaya dijîtal, hate destgirtin. Di pêşandanê de berxwedana jinên Kurd hate vegotin û kêliyên hestiyar hate jiyîn.

Çalakiya li Winterthurê, bi dirûşmeyên  “Bijî berxwedana YPJ”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Kurd û Kurdîstan” hatin berzkirin.

ZURIH

Ciwanên Kurd li bajarê Zurih jî standina agahdarkirinê danîn. Di standê de derbarê xebatên têkildarî Rojava û kampanyayên alîkariyê de agahî hat dayîn û danezanên derbarê geşedanên li herêmê hatin belavkirin.

Ciwanan her wiha bal kişandin ser kampanyaya alîkariyê ku ji aliyê Heyva Sor a Kurd ve ji bo Rojava hate destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de banga piştevaniyê hate kirin û ji bo mezinkirina piştevaniyan xebatên agahdarkirinê hatin kirin.

Ciwanan ragihandin ku ew ê sibê li cihekî din ê Zurihê standê vekirin û wê her roj danezanan belav bikin.