BI DÎMEN

Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 712’an de ye

Nobeta Azadiyê ji bo Rêber Apo ku li Strasbourgê di hefteya 712’an de dewam dike, bi koma nû re dewam dike.

Nobeta Azadiyê ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê ji Hezîrana 2012’an ve dewam dike, di hefeteya 712’an de ji aliyê 4 kesên ku ji bajarê Mannheim ê Elmanyayê hatin ve, hat dewrgirtin.

Li ser navê komê Kerim Elih axivî. Êlih diyar kir ku ew azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin û bal kişand ser êrîşên li ser Rojava.

Berdevkê komê wiha got, “Ger Kurd bibin yek û li dora Rêber Apo bibin yek, wê azadiya Kurdistan û Rêber Apo bînin.”

Komê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku her tim di çalakiyan de bin û banga dawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî kir.