Li Zurihê meşa Roja Piştevaniya bi Rojava ya Cîhanê re
Di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava ya Cîhanê de, Kurdistanî û dostên Kurdan li bajarê Zurih ê Swîsreyê hatin cem hev û ji bo piştevaniya bi Rojava re meşek li dar xistin.
Di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava ya Cîhanê de, Kurdistanî û dostên Kurdan li bajarê Zurih ê Swîsreyê hatin cem hev û ji bo piştevaniya bi Rojava re meşek li dar xistin.
Di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava ya Cîhanê de, li bajarê Zurih ê Swîsreyê Kurdistanî û dostên Kurdan li Qada Oerlikon Marktplatzê hatin cem hev û meşa piştevaniya bi Rojava re pêk anîn.
Di çalakiyê de nûnerê PYD’ê Mihemed Emîn Îsa axivî û bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd. Îsa destnîşan kir ku gava Kurd hêza xwe bikin yek, nayên parçebirin û bal kişand ser girîngiya tifaqa Kurdî.
Piştre Berdevka Demê ya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Selma Surer axivî û diyar kir ku ew ê xwedîderketina li Rojava bidomînin. Surer got: “Em ê berxwedana Rojava heta dawiyê bidomînin. Rojava ne bi tenê ye.”
Piştî axaftinan, girseya gel ber bi avahiya televîzyona dewletê ya Swîsreyê SRF’ê ve dest bi meşê kir. Meş piştî xwendina daxuyaniya çapemeniyê ya bi Elmanî û berzkirina sloganên “Rojava rûmeta mirovahiyê ye”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Kurdistan yek e” bi dawî bû.
Di çarçoveya çalakî û bernameyên ku li Swîsreyê bê navber didomin de; sibê li bajarê Winterthurê saet di 17.30’an de li Neumarktplatzê û li Baselê saet di 19.00’an de li Basel Claraplatzê çalakî bên li dar xistin.
