BI DÎMEN

Li Hamburgê meşa piştevaniya Rojava: Xweseriya demokratîk xeta me ya sor e

Di meşa li bajarê Hamburg ê Elmanyayê de, êrîşên çeteyên DAÎŞ-HTŞ’ê û dewleta Tirk ên li ser Rojava hatin protestokirin. Bi hezaran kes banga naskirina statuya xweseriyê kirin.

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê, Meclîsa Jinan a Rojbîn û Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk bi armanca protestokirina êrîşên çeteyên DAÎŞ-HTŞ’ê û dewleta Tirk ên li ser Rojava meşekî girseyî li dar xistin. Bi hezaran kes tevlî meşê bûn.


Girseya ku li Hamburg Hauptbahnhofê li hev civiyan, bi daxwaza statuya xweseriya demokratîk a Rojava ber bi Jungfernstiegê meşiyan. Meş bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Rojbîn û tevlîbûna TCŞ, Hamburg fur Kurdistan, Platforma Piştevaniyê ya bi Rojava re, enternasyonalîstên Elman û rêxistinên jinan ên sosyalîst û çepgir ve hate lidarxistin.

Di mitîngê de pankartên bi nivîsên, “Defend Rojava, Defend Kurdîstan”, “Turkischen Angriffskrieg und Dschihadisten Stoppen! Verteidigt Rojava und die Frauenrevolution”, “Stoppt die Angriffe auf Rojava und Rojhilat, Solidaritat mit den Protesten im Iran”, “Uberall Rojava, Uberall widerstand”, “Her der Rojava, her der Berxwedan” û “Wir sind bereit, uns denen entgegenzustellen, die uns unsere Freiheit nehmen wollen” hatin vekirin. Tevî alên TEV-DEM û Kurdistanê, pankartên ku balê dikşînin ser êrîşên çeteyên HTŞ’ê hatin hilgirtin. Çalakî ji bo bîranîna şehîdên Kurdistan û şoreşê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Girseyê di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadi”, “Terorîst Colanî, Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Alle zusammen gegen den Faschismus” û “Bijî Berxwedana YPG-YPJ” berzkirin.

Rojbîn Êzidî ku di çalakiyê de axivî, bang li Elmanya û dewletên Rojavayî kir û wiha got, “Statuya xweseriya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin, xeta me ya sor e. Yan hûn statuya Rojava ku ji terora DAÎŞ’ê rizgar kir nasbikin an jî em ê her roj li qadan ji bo Rojava çalakiyên xwe yên mezin û demokratîk bidomînin.”

Meş li Jungfernstiegê bi dirûşme û sirûdan bi dawî bû.