ADGB’ê, binçavkirina sosyalîstan şermezar kir

Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê (ADGB), binçavkirinên ku li gelek bajaran di serî de li dijî endamên ESP’ê pêk hatine şermezar kir û got, “Binçavkirin, zext û gef nikarin pêşiya têkoşîna mafdar û rewa bigirin.”

ADGB’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr xist ku, “Di 3’yê Sibatê de li Tirkiyeyê, di serdegirtinên mal û saziyan de ku li gelek bajaran pêk hatin; xebatkarên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA), DİSK/Limter-İş, Polen Ekolojî, BEKSAV û gelek kesên ku di nav de xebatkarên rêxistinên jin û ciwanan, sendîkayan, saziyên ekolojiyê, navendên çand û hunerê û kedkarên çapemeniyê hene, hatin binçavkirin.”

ADGB’ê diyar kir ku ev operasyon “êrîşeke eşkere ye li dijî azadiya îfadeyê, mafê rêxistinbûnê, azadiya çapemeniyê û siyaseta demokratîk” û wiha domand: “Beşek ji hewildana bêdengkirina raya giştî ya şoreşger-demokratîk, çandina tirsê di nav opozîsyona civakî de û krîmînalîzekirina têkoşîna rewa ya gelan e.

Bi taybetî hedefgirtina sazî û kesên ku li dijî êrîşên li ser Rojava di nav çalakiyên piştgiriyê de ne, van êrîşan radigihînin raya giştî, aştî û biratiya gelan diparêzin; çavtirsandineke eşkere ye ku li opozîsyona civakî tê kirin. Lê belê divê bê zanîn ku; binçavkirin, zext û gef nikarin pêşiya têkoşîna mafdar û rewa bigirin.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em operasyonên li dijî saziyên demokratîk û kedkarên çapemeniyê şermezar dikin, em daxwaz dikin ku hemû kesên hatine binçavkirin tavilê bên berdan. Em careke din destnîşan dikin ku azadiya îfadeyê, mafê rêxistinbûnê û siyaseta demokratîk nayê astengkirin. Em bang dikin ku li Tirkiyeyê û li çar aliyê cîhanê li dijî êrîşên li ser gelan piştgirî bê mezin kirin, li kolanan, li qadan û di her zemîna rewa de têkoşîn bi hev re bê meşandin.”