BI DÎMEN

Çalakiya 'Konê Berxwedanê' ya li Draguignanê bi dawî bû

Çalakiya "Konê Berxwedanê" ya ku deh roj berê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li Draguignanê hatibû vekirin, bi peyama "heta ku statuya Rojava bê naskirin û azadiya gelê me bê misogerkirin em ê li kolanan bin” bi dawî bû.

Çalakiya "Konê Berxwedanê" ya ku deh roj berê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li bajarê Draguignan ê Fransayê hatibû vekirin, bi beşdariya Şaredarê Draguignan Richard Strambio bi dawî bû.

Li ser navê Meclisa Gel a Draguignanê Saim Toprak di dawiya xwepêşandanê de axivî û diyar kir ku dorpêçkirin û êrîşên domdar ên li Rojava ji bo gel gefek mezin in. Toprak got, "Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe li dijî zihniyeta faşîst a ku êrîşî jin, zarok û extiyaran dike û bajaran dişewitîne bidomînin. Heta ku statuya Rojava bê naskirin û azadiya gelê me bê misogerkirin em ê li kolanan bin.”

Şaredarê Draguignan Richard Strambio ku beşdarî çalakiya dawî bû, axivî û hevgirtina xwe bi gelê Kurd û têkoşîna wan a ji bo azadiyê re anî ziman. Strambio piştgiriya xwe bi gotinên "Ez li kêleka Kurdan im, ez li kêleka Rojava me" anî ziman.

Li ser navê Meclisa Jinan a Draguignanê Heval Zozan bi Fransizî axivî, baweriya xwe bi berxwedana jinan û têkoşîna azadiya Rojava dubare kir û got, "Em silav û rêzên xwe ji hemû hevalên xwe re dişînin."

Endamên çapemeniya herêmî,  dostên Fransî-Kurd û komên hevgirtinê yên li herêmê beşdarî çalakiya dawî bûn.

Di daxuyaniyekê de ku ji hêla Meclisa Gel a Draguignanê ve bi sernavê “Em çalakiya Konê Berxwedanê bi rûmetî bi dawî dikin” hat weşandin de wiha hat gotin: “Her qîrînek ku bi navê azadiya Rojava radibe, zincîrên zilm û dagirkeriyê yek bi yek dişkîne. Ev berxwedan wê di her dil û kolanê de bidome. Têkoşîna me wê bidome."

Meclisa Gel a Draguignan, Meclisa Jinan, Tevgera Ciwanan û Malbatên Şehîdan soza xwe ya berdewamkirina çalakiyên piştgiriyê ji bo Rojava û dilsoziya xwe ya ji bo têkoşîna aştiya mayînde dubare kirin.