BI DÎMEN

Kurd û dostên wani ji bo berxwedana Rojava li Helsînkiyê meşiyan

Kurd û dostên wan ji bo piştgiriya berxwedana Rojava ya li dijî çeteyên Şamê û Tirkiyeyê li Helsînkiyê meşiyan.

Meşa ku ji aliyê rêxistinên Fînî yên dost ve hat organîzekirin gelek Kurdên ji her çar aliyên Kurdistanê jî piştgirî danê. Çalakî li navenda bajarê Helsînkî yê FÎnlandiyayê destpê kir û bi meş heya ber parlamentoyê dewam kir. Di meşê de êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk tên kirin bi dirûşmeyan hat protestokirin. 

Li ber parlamentoyê daxuyanî hatin dayîn û piştgiriya berxwedana Rojava hat kirin. Ji ber bêdengiya li dijî êrişên qirkirinê ya çeteyên Şamê û Tirkiyeyê li ser gelên Rojava, welatên Ewropayê hatin rexnekirin 

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.