BI DÎMEN

Ciwanên enternasyonalîst îro jî ji bo Rojava çalakiyan lidarxsitin

Ciwanên enternasyonalîst ên ku li dijî êrîşên li ser Rojava, li seranserê cîhanê çalakiyan li dar dixin, piştevaniya xwe ya ji bo gelê Rojava tînin ser ziman.

Ciwanên enternasyonalîst çalakiyên xwe yên li dijî êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Rojava, didomînin. Ciwanan li gelek welatan çalakî lidarxistin û piştevaniya xwe ya ji bo Rojava diyar kirin.

BERN

Ciwanan li bajarê Bern ê Swîsreyê, li Ostringê, çerxa Burgernzielê girtin. Ciwanan dibêjin: "Li vir li Burgernzielê, hûn tenê çend metreyan dûrî berpirsê erîşkaran û balyozxaneyên wan in. Balyozxaneya Tirkiyê bi tevahî ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin; xwepêşandan nayên destûr kirin. Balyozxaneya Îranê ji aliyê polîsan ve bi tundî tê parastin. Xwepêşandan tenê li aliyê din ê kolanê tên destûr kirin. Ev yek ji bo sûcdarên li balyozxaneyên Rûsya û Îsraîlê jî derbas dibe, ku hemû li dora Burgernzielê ne! Em tundîtûjiya ku li vê taxê kok girtiye eşkere dikin!"

AARAU

Li Aarau yê Swîsreyê li dijî êrîşên li ser Rojava xwepêşandanek hate lidarxistin. Xwepêşandan li ber avahiya hikûmetê rawestiya, li wir axaftin hatin kirin. Di axaftinê de wiha hat gotin: “Dema ku jiyana me ya rojane li vir berdewam dike, Rojava di bin êrîşê de ye. Mirov tên kuştin, hemû debara jiyanê tê wêrankirin. Nirxên ku Rojava temsîla wan dike jî di bin êrîşê de ne; demokrasî, xwerêxistinkirina femînîst, berxwedana kolektîf û enternasyonalîzm. Dema ku ev nirx tên êrîşkirin, ev me hemûyan eleqedar dike. Hevgirtin li sînoran bi dawî nabe. Bêdengî sûcdaran diparêze - berxwedan jiyanê diparêze. Ji ber vê yekê em hewce ne. Li vir û niha. Xwe birêxistin bikin. Li ser biaxivin. Hevgirtin tê wateya berxwedanê.”

GOTEBORG

Ciwanan li ber ofîsa Partiya Moderatan a Swêdê (ku niha partiya desthilatdar e) li Goteborg çalakiyekî li dar xistin. Di daxuyaniyekê de wiha hat gotin: "Me serdana Moderatan li Goteborg kir û kîsikek pereyên xwînê li wir hiştin. Piştî ku koma El Qaîdeyê HTS desthilatdariya li Sûriyeyê girt destê xwe, hikûmeta Tido guncaw dît ku rejîma nû bi 295 milyon kronên Swêdî xelat bike. Biryara hikûmeta Swêdê tenê çend meh piştî komkujiya bi hezaran Elewî û Durzî ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hat dayîn. Pereyên bacgirên Swêdî niha dagirkirina deverên Kurdan ên li bakurê Sûriyeyê ji aliyê koma El Qaîdeyê ve û paqijkirina etnîkî ya gelên Sûriyê fînanse dikin. Ma ev karanîna maqûl a pereyên bacgirên Swêdî ye?”

DRESDEN

Li bajarê Dresden ê Elmanyayê, çalakvanan ketin civîna meclîsa bajêr. Çalakvanan ji galeriya giştî belavok belavkirin û bi dengekî bilind bang li endamên meclîsê kirin ku piştgiriyê bidin gelên ku li Rojava û Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî êrîşê tên.

Berdevkê Înîsiyatîfa Aştiyê li Kurdistanê derbarê çalakiyê de got: "Em bang li hemû endamên parlamentoyê û şaredaran dikin ku ji bo piştgiriya mirovî û siyasî ya ji bo rêveberiya xweser di hemû astan de parêzvaniyê bikin. Niha, mirov her roj dimirin, tên revandin, êşkencekirin û darvekirin. Di bin van şert û mercan de, em ê venegerin jiyana rojane, û vegera rewşa asayî jî nabe."

ERFURT

Li Zanîngeha Erfurt ê Elmanyayê, xwendekaran belavok belav kirin û rewşa heyî ya li Rojava, û bi taybetî li Kobanê, bi xwendekarên din re nîqaş kirin.

WELATÊ BASK

Li Welatê Bask, ciwan ji bo nîqaşkirina ramanên felsefî û siyasî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên heyî li dijî Rojava, civînekî lidarxistin. Di dawiya civînê de, çalakiyên ku bên rêxistin kirin, hatin nîqaş kirin.

BARSELONA

Li Barselonayê konserek ji bo hevgirtinê ji bo Filistînê pêk hat. Di konserê de, li ser rewşa dawî ya li Rojava axaftinek hat kirin. Axaftvan gotin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo pêvajoyên aştiyê yên cîhanî pir girîng e û divê Rêber Apo tavilê ji girava Îmraliyê were berdan.

GALÎSYA

Li Galîsyayê, jinên ciwan ji bo hevgirtina şervanên YPJ’ê porê xwe kezîkirin

PARÎS

Ciwanan li stasyona trênê ya Parîsê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di axaftinên çalakiyê de wiha hate gotin: "Li ku derê zilm hebe, berxwedan jî heye! Em li vir ji bo em rêveberiya demokratîk a hemû gelan biparêzin. Em li vir in ku piştgiriyê bidin şoreşa jinên ku li dijî şîdeta cîhadîstan çek hilgirtine."

SÃO PAULO

Li bajarê São Paulo yê Brezîlyayê, çalakiyek hunerî ji bo Rojava pêk hat. Grafîkek bi navê “Jin Jiyan Azadî” ku hevgirtina xwe bi şoreşa Rojava re nîşan dide, bi destan hate çapkirin û hat belavkirin.

CHİAPAS

Li Chiapas ê Meksikayê çalakiyek afîşan ji bo piştgiriya bi Rojava re pêk hat. Ciwanan gotin: "Ji Chiapas, Meksîka! Li kolanên San Cristóbal li Chiapasê, me eşkere kir ku em li kêleka Rojava û şoreşa jinan in!"

ENDONEZYA

Li Endonezyayê, materyalên agahdariyê li ser bingeha felsefî û siyasî ya Şoreşa Rojava hatin belavkirin.

DYA

Li DYA’yê, Rangerên Azad ên Burmayê (Free Burma Rangers) silav, dua û stranan ji gelê Rojava re şandin.

WUPPERTAL

Li bajarê Wuppertal ê Elmanyayê, ciwanan offisa WDR’ê blok kirin ji bo protestokirina bêdengiya ajansên nûçeyan ên Elman li hember êrîşên hovane yên HTS, DAIŞ û dewleta Tirk li ser Rojava. Ji bo agahdarkirina raya giştî li ser rewşa dawî ya li Rojava belavok hatin belavkirin.

HAMBURG

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê, 30 kesan navenda kovara nûçeyan a Elmanî "Der Spiegel" dagir kirin. Ciwanên careke din li dijî raporên yekalî ên kovarê nerazîbûn nîşan dan. Ciwanan dibêjin ku artikel yên "Der Spiegel" rastiya êrîş û komkujiyên li Rojava nîşan nadin.

Ciwanan her wiha li navenda çanfê ya "Rote Flora" pankartek vekirin.

VIYANA

Xwepêşandanek li ber ORF, Saziya Weşanê ya Awusturalyayê ya lidarxistin. Çalakvanên ku ORF dagir kirine gotin ku hûn wekî rojnamger tenê aliyê HTS û Tirkiyê radigihînin, lazime di weşana ORF de dengên ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî cih bigirin!” Piştî daxuyaniyê dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî!" hate berzkirin.

ELMANYA, KATALONYA, POLONYA

Çalakiyên wêneyan li Berlîn, Barselona û Varşovayê pêk hatin. Ciwanan diyarkirin ku ew li seranserê bajêr afîşên bi navên şervanên jin daliqandine û wiha gotin: “Rêz û hurmet li şervanên jin ên ku di têkoşîna şoreşa jinan de şehîd bûne bigirin! Werin em êdî piştgiriyê nedin sûcdarên şer Colanî û Erdogan, werin em bêdengiyê bişkînin!”

WİLLİNGEN - SCHWENNİNGEN

Ji bo hevgirtina bi Rojava re, li Villingen-Schwenningen ê Elmanyayê êrîşek li ser şîrketa Sudwestmetall hate kirin. Ciwanan di çalakiyê de daxuyaniyek dan û wiha gotin: "Şîrketa Sudwestmetall ji şer sûd werdigire û her wiha bi pîşesaziya çekan û artêşa Tirkiyeyê re karsaziyê dike."

LEİPZİG

Li bajarê Leipzig ê Elmanyayê, ji bo piştgiriya berxwedana Rojava, êrîşeke li ser şaxekî şirketa Allianz hat kirin. Di daxuyaniya çalakiyê de wiha hate gotin: “Em êrîşên milîsên Îslamîst û artêşa Tirk, ku ji aliyê Rojava, bi taybetî YE û DYA ve têne piştgirîkirin bêbersiv nahêlin. Bi salan e Allianz piştgiriyê dide artêşa Tirk û şîrketa çekan a Îsraîlê Elbit. Şoreşa Rojava di van demên tarî yên şer de ronahiyek hêviyê ye. Ew her roj ji me re îspat dike ku civakek demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jin mimkun e. Em piştgiriyê didin YPJ û YPG. Niha dem dema berxwedanê ye!”

MALMO- BOCHUM

Li bajarê Malmo ê Swêdê û bajarê Bochum ê Elmanyayê, ciwanan çalakiyên boyaxkirina bi spreyê li dar xistin û bal kişandin li ser êrîşên li dijî Rojava

BERN

Li bajarê Bern ê Swîsreyê, ji bo balkişandina ser rewşa dawî ya li Rojava afîş li stasyona trênê ya sereke ya Bernê hate daliqandin û belavok hatin belavkirin. Her wiha, pankartek ji navenda çandî ya "Rote Flora" ya li bajarê Hamburg ê Elmanyayê hate vekirin.