BI DÎMEN

Li Barselonayê di konsera ji bo Fîlîstînê de berxwedana Rojava hate silavkirin

Li Barselonayê duh ji bo piştgiriya Fîlîstînê konserek mezin hate lidarxistin. Di konserê de, çalakvan, rojnamevan û endamê berê yê Parlamentoya Katalonyayê David Fernandez û mamosteya felsefeyê û nivîskar Marina Garcés peyama piştgiriyê ji Rojava re dan.

Li paytexta Katalonya Barselonayê, di konserê ku ji bo piştgiriya Fîlîstînê hate lidarxistin de, peyama piştgiriyê ji berxwedana Rojava re hate şandin û êrîş hatin şermezarkirin. David Fernandez di axaftina xwe de bal kişand ser vê yekê ku tiştên li Fîlîstînê diqewimin, bi zordarî û tundiya li deverên cuda yên cîhanê ve girêdayî ne. Fernandez, Fîlîstînê bi reşikên ku li DYA’yê ji aliyê polîsan ve hatine kuştin, penaberên ku li Deryaya Navîn jiyana xwe ji dest dane, jinên Kurd ên li Kobanê hedef hatine girtin û ciwanên Ereb ên li paytextên Ewropayê rastî êrîşên rastgirên tund hatine re di heman çarçevoyê de nirxand.

Fernandez di axaftina xwe de wiha got: “Mirovahî li her derê di bin gefê de ye. Ev gef li Kobanê û li Rojava jî didome. Îro siyaseta navnetewî ya xeternak a bi tundiya olî û derewan, êrîşî bakurê Sûriyeyê dike. Top, bombe, birçîbûn, dorpêç, dûman û porên jinên azad ên hatine birîn; ji bo tunekirina projeya demokratîk û pirreng a ku sembola têkoşîna li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê ye, di nav agirê dojehê de têne bikaranîn.” Fernandez bal kişand ser vê yekê ku siyaseta navnetewî bi tundiya olî û derewan ve ber bi bakurê Sûriyeyê ve diçe, û got ku bombebaran, dorpêç, birçîbûn û êrîş; projeya Rojava ya demokratîk û pirçandî ya ku sembola têkoşîna li dijî hovitiya DAÎŞ’ê ye, dikin hedef.

Fernandez got ku nêzî 800 kîlometre dûrî Xeze’yê, jinên Kurd careke din di nav bêdengiyê de rastî êrîşê tên û diyar kir ku ev rewş hemû mirovahiyê eleqedar dike.

Di dawiya axaftina xwe de Fernandez bajarên ku li deverên cuda yên cîhanê şer û wêranbûn lê çêbûne bi bîr xist û wiha got: “Em hemû li dijî şer berxwedan in. Em hemû bajarên ku ji axê ji nû ve ji dayik bûne ne: Gernika, Barselona, Hiroşîma, Saygon, Santiago de Chile, Saraybosna, Bexda û Kîev. Û em Kobanê ne. Em Rojava ne. Şansê me, şansê wan e.” Fernandez bang ji bo piştgiriya Kobanê û Rojava kir û axaftina xwe bi dirûşmeyên “Bijî Kurdistan” û “Ji Ocalan re Azadî” bi dawî kir.

Nivîskar Marina Garcés jî wiha axivî: “Xeze hilweşiya û Kobanê dorpeçkirî ye. Rojava îro, li vir wateya her tiştî ye. Projeyek ser bingehekî civakî, azad û wekhev, bi pêşengtiya jinan, ekolojî û avakirina komûnê ye. Projeyek demokratik di nav axeke ku bi dehan salan ji hêla dagirkeran ve hatiye dorpêçkirin e. Projeyek konfederal bi ruhê enternasyonalist, bi jiyan û hêviyên hevpar, bi hevjiyana Kurd, Ereb, Asurî û Ermeniyan e. Bernameyek a pêşerojê ye. Ev hemû îro, bi hevkariya Trump, bêdengiya YE’yê û talimatên tirsnak ên Erdogan, di bin êrîşan de ne. Şer berî ku werin destpê dikin, dema fermî ‘aşitî’ tê gotin xelas nabin. Ji bo wê bi salan em ji bo Fîlîstîn daketin kolanan. Ji bo wê em ê ji bo Rojava jî dakevin kolanan. Kobanê ji bîr nekin, şoreşa Rojava tu car ji bîr nekin. Li wir, kezî bi kezî, bi mifteya ku hemû deriyan vedike demek dirêj dengê xwe bilind dikin û dibêjin jin jiyan azadî!”