BI DÎMEN

Li Viyanayê ji bo Rojava çalakî: Em ê ji projeya xweseriya demokratîk venegerin

Li Viyanayê Kurdistanî û dostên wan ên ku li hev civiyan, êrîşên li ser Rojava û hêzên ku bêdeng man protesto kirin. Di çalakiyê de rewabûna rêveberiya xweser a demokratîk hate destnîşankirin û bang li piştevaniya navnetewî hate kirin.

Li paytexta Avusturyayê Viyanayê, Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li hev civiyan. Gel li Heldenplatzê kom bû, ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girt.

Di çalakiyê de Parlamentera Partiya Kesk a Avusturyayê Heidi Sequenz mafê axavtinê girt. Sequenz got ku ew ê ji bo Rojava her tiştê ku ji destê wê tê bike û bal kişand ser girîngiya piştgiriya navnetewî. Wê ragihand ku demek berê bi Hevseroka Dîplomasiyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed re bi Zoomê civîneke kirine. Sequenz diyar kir ku protesto û çalakiyên li çar aliyên cîhanê piştevaniya ji Rojava re xuya dike. Û bal kişand ku ev piştevanî bi taybetî di danûstandinên navnetewî yên bi DYA û dewletên din re bandor dike.

Heidi Sequenz her wiha got ku bi nûnerên YPJ’ê yên li Hesekê re jî civiyane û rewşa kampên radîkalkirî ji ya ku tê gotin pir girantir e. Sequenz diyar kir ku jin di kampan de neçar dimînin ji jinên din xwe biparêzin û ev kamp encama wê yekê ne ku Rojava ji aliyê civaka navnetewî ve demeke dirêj tê tenê tê hîştin. Sequenz bal kişand ser helwesta welatê cîran Tirkiyê ya li dijî rêveberiya xweser a demokratîk a Kurdan û wiha got: “Ev proje modelek li dijî avahiyên Îslamî ye. Em li vir in ji ber ku em naxwazin ji vê projeyê vekişin. Ez li kêleka we me. Sibê ez ê biçim Rojava û salekê li wir bimînim. Xwezî min hîn zêdetir bikariba bikira.”

Endamê Konseya Netewî Paul Stich, jî bal kişand ser rewabûna rêveberiya xweser a demokratîk li Rojava. Di axaftina xwe de Stich got: “Şoreş tenê ger ji bo her kesî azadî bîne, wê demê bi rastî şoreşa azadiyê ye.” 

Stich li ser pêşveçûnên li Sûriyê rawestiya û got ku gelê Rojava bi salan têkoşîna rêveberiya xweser a demokratîk bi dest xistiye û em ê ji wê yek santîmetre jî paşde neçin.

Wî diyar kir ku pêşeroja Rojava nikare bibe mijara danûstandinên navnetewî û azadî, xweserî û jiyana bi rûmet mafê gelê Rojava ye. Stich got ku divê vîzyona Sûriyeke femînîst, wekhev û pirneteweyî bê parastin û piştevaniya navnetewî nikare bibe mijara danûstandinan.

Piştî axaftinan, Kurdistanî û dostên wan bi dirûşmeyên “Gelê Kurd yek e” ber bi Mala Yekîtiya Ewropayê (Haus der Europäischen Union) ve meşiyan.

Hate ragihandin ku sibê saet 15:00’ê li Heldenplatzê meşeke mezin a bi hezaran kes tê çaverêkirin dê were lidarxistin.