BI DÎMEN

Êrîşên li ser Rojava li Awûstralyayê hatin protestokirin

Li bajarê Perth ê Awûstralyayê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakiyek organîze kir. Di çalakiyê de êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ ên bi piştgiriya dewleta Tirk, hatin şermezarkirin.

Çalakî li Forrest Place ya li navenda bajarê Perth hate lidarxistin. Sandra yê Awûstralyayî, di çalakiyê de axivî, bal kişand ser êrîşên qirkirinê yên li hemberî gelê Kurd û got, gefa DAÎŞ’ê car din nû dibe.

Sandra got, divê her kes piştgirî bide gelê Kurd.

Aktîvîstê Awûstralyayî Sam jî diyar kir ku gelê Kurd ê li dijî gefa DAÎŞ’ê şer kir, tenê hate hiştin û got, “Divê pîvana jiyana azad a demokratîk a Kurdan were naskirin û dewleta Awûstralyayê jî têkildarî vê yekê divê êdî gaveke şênber bavêje.”

Li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Ozer Coşkun jî got, parastina Rojava parastina Kurdistanê ye.