Yekîtiya Jinên Kurd a Elmanyayê (YJK-E) û Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) bi daxuyaniyeke hevpar dan zanîn ku heya dorpêça li ser Kobanî neyê rakirin, çete venekişin û şertên peymanê bi rastî jî neyên bicîhanîn ew ê li qadan çalakiyan li dar bixin û tekoşînê bilindtir bikin.
Naveroka daxuyaniya hevpar bi vî rengî ye:
"Berxwedana gelê me a birûmet a ku bi rojan e ji bo erîşen li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dike, li çar aliyê cîhanê û her wiha bi taybetî jî li Kurdistanê rabûye ser piyan. Bi milyonan Kurd û dosten xwe bi hefteyan e li kolanan in û bi berxwedaneke mezin xwedî li Rojava derdikevin.
Em weke gelê Kurd û mirovahî di pêvajoyek pir krîtîk û dîrokî re derbas dibin. Li hemberî van êrişên qirkirinê berxwedana gelê me yê li Ewropayê gelek girîng û dîrokî ye.
Îro QSD’ê ragihand ku li hevkirinek pêk hatiye. Lê belê tevî ku beriya niha hin caran lihevkirin û agirbest hatibûn îlankirin jî êrîşên çeteyên HTŞ û DAÎŞ û dewleta Tirk tu carî ranewestiyan. Ji ber vê yekê em ji raya giştî re radigihînin ku heya statûya Rojava neye naskirin, gavên berbiçav û pratîkî neyên avêtin û girêdayî zagonên nawneteweyî mafên hemû kemneteweyan neyen misogerkirin em ê bi tu awayî çalakî û têkoşîna xwe ranewestînin. Heta ku ev şert neyên bicihanîn, em ê venegerin malên xwe û em ê têkoşînê li qad û kolanan bidomînin.
Îro, berxwedana birûmet a gelê Rojava, bi saya hewldan û têkoşîna gel di raya giştî ya cîhanê de dengvedanek xurt çêkiriye, dengê me hatiye bihîstin û heta astekê li ser dewletên Ewropayê bandorek çêkiriye.
Ji niha û pê ve heya ku dorpêça li ser Kobanî neyê rakirin, çete venekişin û heta ku em nebibînin ku şertên peymanê bi rastî têne bicihanîn em ê bi biryardariyeke hîn xurttir li kolanan bin, çalakiyan li dar bixin û tekoşînê bilindtir bikin."