BI DÎMEN

Kurd û dostên wan li Grazê gotin: Gelê Kurd yek e!

Di meşa girseyî ya li bajarê Graz ê Awusturalyayê, peyama, “Kurd hene û li her derê ne; têkoşîna me wê dewam bike.”

Li bajarê Graz ê Awusturalyayê, bi sedan Kurd û dostên wan li dijî êrîşên li ser Rojava meşek li dar xistin.

Di meşê de balê kişandin ser krîza mirovî û dorpêça li herêmê. Her wiha pankartên ku sûcên mirovahiyê yên komên çete HTŞ û DAÎŞ’ê teşhîr dike, hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de îşaret bi dorpêça li ser Kobanê û berxwedana Rojava hate kirin û banga berpirsyariyê li raya giştî ya navneteweyî hat kirin. Her wiha ji Başûr, Rojhilat û Bakur, peyamên bi Kurdî, Soranî û Tirkî hatin xwendin.

Beşdaran destnîşankirin ku divê her kes ji bo parastina yekîtiya Kurd hewldanê nîşan bide û diyarkirin ku wê tu xiyanet yekîtiyê têk nebe. Her wiha hate gotin ku rojên pêş hêviyê dide Kurdan.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku biryara agirbestê ya li Rojava, heta ku gavên şênber neyê avêtin wê pêk neyê û hate destnîşankirin ku divê çalakî dewam bikin.

Di dema çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên Bijî Berxwedana Rojava” û “Gelê Kurd yek e” hatin berzkirin. Beşdaran, di dawiya çalakiyê de banga tevlîbûnê ji bo meşa ku wê sibê were lidarxistin kirin.