Li Fransayê çalakiyên piştevaniyê bi Rojava re dewam dikin
Kurd û dostên wan ên ku li gelek bajarên Fransayê li hev kom bûn, ji bo balê bikşînin ser êrîşên li ser Rojava û piştevaniyê bidin gelê Rojava, çalakiyan li dar xistin.
Kurd û dostên wan ên ku li gelek bajarên Fransayê li hev kom bûn, ji bo balê bikşînin ser êrîşên li ser Rojava û piştevaniyê bidin gelê Rojava, çalakiyan li dar xistin.
Kurd û dostên wan li bajarên cuda ên Fransayê, li dijî êrîşên li ser Rojava çalakiyan li dar xistin.
REIMS
Kurdistanî û dostên wan ên ku li bajarê Reims ê Fransayê li hev civiyan, êrîşên çeteyan ên li ser Rojava protestokirin. Di çalakiya navenda bajêr de, nûnerên Komaleya Malbatên Şehîdan ev bang kirin, “Divê deriyê sînor ê Sêmalka tavile were vekirin.”
Çalakvanan di daxuyaniyên xwe de destnîşankirin ku êrîşên li ser Rojava, bi bêdengiya civaka navneteweyî pêk tê. Beşdaran diyarkirin ku hedefgirtina cihên sivîlan û binesaziya enerjiyê, nayê qebûlkirin û peyamên piştevaniyê dan.
Komaleya Malbatên Şehîdan, destnîşankirin ku girtina deriyê sînor gihandina alîkariyên mirovî asteng dike û bang li hemû saziyên têkildar hate kirin ku ji bo vekirina deriyê sînor tavile bikevin tevgerê.
Çalakvanan her wiha rexne li Tirkiyeyê kirin ku tirên alîkariyê yên ji bo Kobanê şûnde vegerand û diyarkirin ku ev gaveke ji bo astengkirina piştevaniya di navbera gelan de ye. Çalakî bi dirûşmeyên “Rojava ne bi tenê ye” û peyamên yekîtî û berxwedanê bi dawî bû.
ina tirên alîkariyê ji aliyê Tirkiyeyê ji bo Kobanê hate şandin, rexne kirin
RENNES
Li bajarê Rennes ê Fransayê, li pêşiya Şaredariya Rennesê bi armanca piştevaniya bi Rojava û gelê Kurd re, çalakî hate lidarxistin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn.
Çalakî bi xwendina danezana bi Fransî destpê kir. Di danezanê de îşaret bi binpêkirinên mafên mirovan ên li Rojava, êrîşên li ser sivîlan û zextên li ser gelê Kurd hate kirin. Beşdaran diyarkirin ku divê raya giştî ya Fransa û Ewropayê bêdeng nemînin.
Çalakî bi dirûşme û axaftinan bi dawî bû.
NANTES
Li bajarê Nantes ê Fransayê, çalakiyên ku li dijî êrîşên li ser Rojava hatibûn destpêkirin, dewam dikin. Di çalakiyên rojên dawî de, ji bo balê bikşînin ser hewldanên qirkirinê û avakirina hestiyariya girseyî, li Qada Commercê stand hate vekirin.
Çalakvanên ku di tevahiya rojê de, bi gel re civiyan, derbarê dagirkerî û polîtîkayên îmhatê de agahî dan.
Çalakvanan banga piştevaniya navneteweyî kirin û bang li her kesên xwedî wîjdan, demokrat, sendîkavan, parêzvanên mafên mirovan, jin û rêxistinên ciwanan kirin ku bikevin tevgerê û gotin: “Dakevin kolanan, qadan tijî bikin, zextê li hikûmeta xwe bikin. Ji vê şerê qirêj û bêdengiya bixwîn re bêjin bes e.”
Çalakvanan ragihandin ku çalakiyên piştevaniyê yên li Nantesê wê di rojên pêşiya me de bi çalakiyên cuda berdewam bikin.