Macron: Ji bo peyman bêkêmasî bi cih bê anîn, em ê piştevan bin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron têkildarî peymana navbera QSD û Şamê de daxuyaniyek da.

Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek da û ev peyman weke vîzyoneke welê pênase kir ku Fransa piştgiriya wê dike. Macron diyar kir ku ew piştgiriyê didin ku peyman bêkêmasî bi cih bê anîn.

Daxuyaniya Macron bi vî rengî ye:

"Sûriyeyeke serwer, yekbûyî û aram.

Sûriyeyeke aştiyane ku hurmetê nîşanî hemû pêkhateyan dide.

Sûriyeyeke ku bi temamî tevlî têkoşîna li dijî terorê dibe.

Vîzyona ku Fransa piştgiriya wê dike, ev e.

Ez Serokkomar Ahmed el Şaraa û General Mazlûm Ebdî pîroz dikim ku vê sibehê peymaneke berfireh pêk anîn ku derfetê dide agirbesteke mayinde û entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li nava dewleta Sûriyeyê bi rengekî aştiyane pêk tîne. Fransa wê piştevanê wê yekê be ku ev peyman bêkêmasî bi cih bê anîn.

Fransa wê bi hevkarên xwe re piştgiriya xwe ya ji bo Sûriyeyê ya li ser rêya jinûve avakirin, edalet û aramiyê ye û gelê Sûriyeyê dewam bike."