BI DÎMEN

Li Horsensê meşa piştevaniya bi Rojava re

Li bajarê Horsensê ê Danîmarkayê, Kurd û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, meşiyan. Di çalakiyê de banga piştevaniyê ji bo berxwedana Rojava hate kirin.

Li bajarê Horsensê ê herêma Midtjylland a Danîmarkayê, Kurd û dostên wan li dijî êrîşên li ser Rojava li qada Şaredariyê meş li dar xistin.

Xwepêşandar dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava, Bijî YPG, Bijî YPJ”, “Yek e ,yek e, yek e Gelê Kurd yek e”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan”, di nava bajêr de meşiyan. Bi Danîmarkî û bi Îngîlîzî  dirûşmeyên piştgiriya bi Rojava re hatin berzkirin. Hindek ji xwepêşandaran bi Danîmarkî û bi îngîlîzî li ser rewşa Rojava axivîn û peyamên gelek giring dan raya giştî ya Danîmarkî.

Di daxuyaniyan de bêdengîya çapemeniya Danîmarkî û desthilatdarên Danîmarka, li hember komkujî û karesatên ku îro li Rojava pêk tên, rexne kirin û wiha gotin: “Pêwîste Hêzên Hevpeyman û  Yekîtiya Ewropayê bêdeng nemîne. Ji ber ku Jina Kurd li dijî DAÎŞ’ê şerekî bêhempa kir û DAÎŞ’ê  binxist. Jina Kurd ne tenê ji bo herêmên xwe biparêze şer kir, YPJ’ê li şûna cîhanê li dijî rêxistina herî tundrew, mirovkuj û serbir şer kir û wan têk bir. Wek erka mirovahîyê, pêwîste Jina Kurd û şervanên azadîyê bi tenê neyên hîştin.Bêdeng mayîn beşdariya komkujî û karesatan e.”

 Axaftvanan bi lezgînî banga piştevaniya bi Rojava re kirin. Xwepêşandaran di saet 17:00’an de bi dirûşmeyên piştgiriyê çalakiya xwe bi dawî kirin.