BI DÎMEN

Li Hannoverê banga Rojava: Ji sûcên şer re bêdeng nemînin

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, bi sedan kes êrîşên li ser Rojava protestokirin. Di çalakiyê de komkujiyên ku sivîlan hedef digrin û sûcên şer hatin şermezarkirin û banga piştevaniyê bi Rojava re li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, bi sedan kes ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava li hev kom bûn. Çalakî li Hannover Hauptbahnhofê pêk hat û gelek kes tevlî bûn. Di çalakiyê de komkujiyên ku sivîlan hedef digrin û sûcên şer hatin protestokirin.

Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana YPG, YPJ” hatin berzkirin. Beşdaran peyamên piştevaniyê bi gelê Rojava re dan. Meş bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Di axaftinên bi zimanî Elmanî û Kurdî yên mitîngê de, bang li raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li dijî binpêkirinên mafan ên li Rojava bêdeng nemînin. Axaftvanan destnîşankirin ku berxwedana gelê Rojava rewa ye û diyarkirin ku divê têkoşîna jiyaneke azad û demokratîk were piştgirîkirin.

Her wiha ji bo meşa mezin ku wê sibê li Hannoverê were lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin. Hate diyarkirin ku meş wê di saet 15:00’an de were lidarxistin û bi girseyî tevlîbûn ji seranserê Bakurê Elmanyayê çêbibe. Bang li her kesî hate kirin ku her kes were Hannoverê û piştevaniya bi Rojava re mezin bikin.

Beşdarên çalakiyê, xwestin ku êrîş tavile werin rawestandin û berpirsên sûcên şer ên ku li Rojava hatin kirin, werin darizandin.