Parlamenterên Partiya Karker (Labour) ku bi rojan e li dijî êrîşên li ser Rojava zexta dîplomatîk li ser hikûmetê dikin, peymana di navbera QSD û hikûmeta demkî ya Şamê de bi xweşbîniyek ‘hayjixwe’ nirxandin.
Parlamentera jin a Kurd a Partiya Karker Feryal Clark Demîrcî peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ji bo kêmkirina rageşiyê û bidestxistina aramiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî destpêkekê nirxand û bi kêfxweşî pêşwazî kir.
Clark diyar kir ku her agirbesta ku tundiyê kêm dike û ji bo diyalogê cîhek diafirîne erênî ye û got, “Ji bo sivîlên ku bi salan e şer, koçberî û bêewlehiyê jiyane gaveke rast e. Lê niha hewce ye ku bi niyetek baş, şefafî û çalakiyê ev peyman were piştgirîkirin. Maf, ewlehî û rûmeta gelê Kurd û kêmneteweyên din divê bi rastî werin parastin. Pabendbûnên ji bo mafên sivîl, perwerdehî siyasî û vegera ewle ya kesên koçber, divê ne tenê li ser kaxezê, di pratîkê de jî were bicîhanîn."
Clark anî ziman ku ew ê pêvajoyê ji nêz ve bişopîne û wiha berdewam kir, "Ez ê domdarî zextê li Hikûmeta Brîtanyayê û hevkarên navneteweyî bikim da ku hesabê rastîn bide pêvajoyê, rêz ji hiqûqa navneteweyî bê girtin ji bo civakên bêparastin ên li qadê parastineke mayînde bê misogerkirin.”
WHITTOME: FIKARÊN KÛR DIJÎN
Ji Partiya Karker Nadia Whittome peymanê bi erênî pêşwazî kir û wiha bang li hikûmetê kir: "Ez ji raporên ku hêzên hikûmeta Sûriyê di dema êrîşên li ser Kurdên li Bakurê û Rojhilatê Sûriyeê ya QSD’ê de pêk hatin, kêmasiyên giran ên xwarin, av, elektrîk, sotemenî, pêdiviyên tibbî û ragihandinê re rû bi rû ne, pir xemgîn im."