Li Bernê Nobeta ji bo Rojava di roja 10’an de ye
Li bajarê Bern ê Swîsreyê çalakiya nobetê ya li dijî êrîşên li ser Rojava, di roja 10’an de ye.
Li bajarê Bern ê Swîsreyê çalakiya nobetê ya li dijî êrîşên li ser Rojava, di roja 10’an de ye.
Di çalakiya nobetê ya ku ji bo protestokirina êrîşên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ’ê yên li ser Rojava hatî destpêkirin de, hate destnîşankirin ku destkefiyên li Rojava dê bên parastin.
Nûnerên ciwanan di çalakiyê de axivîn û diyar kirin ku gelê Kurd li her derê xwedî li Rojava derdikeve.
Li ser navê Komîteya Azadî ji bo Rêber Apo Nejdet Atalay axivî û diyar kir ku nobeta li ber Parlamentoya Federal bi biryardarî didome û got, heya ku statuya Rojava tê qebûlkirin ew ê li qadan bin.
Armanc Dep jî bang li her kesê kir ku ji bo xwedî derketina li şoreşa Rojava tevlî çalakiya nobetê bibin.
Çalakvanan diyar kir ku heta êrîşên li ser Rojava bi dawî dibin, nobet wê bi dirûşme û gerandina govendê bidome.