Lîderê tevgera La France Insoumise ya Fransayê Jean-Luc Mélenchon di konferansa "Lîstika navneteweyî ya nû - Ji çapemeniya navneteweyî agahî wergirtin” de bi çapemeniya navneteweyî re civiya. Mélenchon di axaftina xwe de êrîşên li ser gelê Kurd bi tundî şermezar kir.
Mélenchon bi bîr xist ku di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de hevalbendê Rojava Kurd bûn û bêdengiya van hêzan a li hember komkujiya Kurdan wekî "şermeke dîrokî" bi nav kir. Mélenchon got, "Îro em şahidiya kêliyek tirsnak dikin. Yên ku Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de bi kar anîn, yên ku kêfxweş bûn ku wan wekî hevalbend dibînin, dema ku Kurd tên qirkirin bêdeng in. Nabe em vê rewşê temaşe bikin.”
Mélenchon anî ziman ku tevgera Fransaya Serî Natewîne bi gelê Kurd re têkiliyên xurt ava kiriye û bi bîr xist ku parlamenter Mathilde Panot û Daniel Obono ji bo rasterast bi hêzên Kurd re têkilî daynin ji ser Iraq û Başûrê Kurdistanê çûn Rojava. Piştî van têkiliyan, wan dostaniyek mayînde û têkoşîna hevbeş bi tevgera Kurd re pêş xistin û got, "Em wan wekî xwişk û birayên xwe yên têkoşînê dibînin. Kengî bixwazin em ê li kêleka wan bin û em beşdarî hemû mobîlîzasyonan dibin."
Mélenchon diyar kir ku divê êdî meseleya Kurdistanê bi eşkereyî were destgirtin û bal kişand ser ji nû ve teşedayîna sînorên Rojhilata Navîn. Mélenchon anî ziman ku pêşketinên li Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê vê nîqaşê ferz dike û wiha berdewam kir: "Nexşe jixwe perçe perçe bûye. Wê gavê çima meseleya Kurdistanê neyê nîqaşkirin? Mafê çarenûsa Kurdan û îhtîmala hebûna netewe dewletê divê niha bi ciddî were destgirtin.”
Mélenchon destnîşan kir ku fikra Kurdistanê rasterast pênc welatan eleqedar dike û ev welat heta niha pê re eleqedar nebûne. Mélenchon destnîşan kir ku divê pêşiya vê nîqaşê neyê girtin û wiha domand: “Ji ber ku ew gelek welatan eleqedar dike, gelo ev mesele wê qet nayê nîqaşkirin? Na. Berevajî vê, divê êdî em bi eşkereyî vê nîqaşê bikin."