Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Vinzenz Glaser: Hebûna Rojava di xetereyê de ye, divê Almanya bêdeng nemîne

Parlamenterê Meclisa Federal a Alman, nûnerê Partiya Çep (Die Linke) Vinzenz Glaser, bal kişand ser êrîşên li ser gelê Kurd a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava û rexne li helwesta pasîf a hikûmeta Alman kir.

Nûnerê komîteya Alman a Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (AKPM) û parlamenterê Meclisa Federal a Alman, nûnerê Partiya Çep (Die Linke) Vinzenz Glaser, bal kişand ser êrîşên li ser gelê Kurd a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava û rexne li helwesta pasîf a hikûmeta Alman kir.

Glaser di peyama xwe de wiha got: “Rewşa Kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi lez û bez ber bi krîzeke pir cidî ve diçe. Kurd di bin zordestiyeke mezin de ne. Ji aliyekî ve hikûmeta rastgir û pir rastgir a Tirkiyê ya ku serokatiya wê Erdoğan dike, ji aliyê din ve komên îslamî û rejîma Colani ya li Sûriyê wan gefan dikin. Îro, ev projeya demokratîk û femînîst a awarte ya li Rojava bi awayekî cidî tê hedefgirtin. Hebûna Rojava bi rastî di xetere de ye. Rewş pir cidî ye.

Wekî parlamenterekî Alman, tiştê ku min dide fikirandin ev in: Rola Almanyayê ya di vî şerî de ye? Mixabin hikûmeta federal a Alman bi temamî pasîf dimîne û tiştekî nake. Lê belê, Almanya xwedî amûrên girîng e ku dikare vê pêvajoyê bandor bike.

Ya yekem, divê Rojava wekî projeyeke mînak a demokratîk bi awayekî serbixwe bê naskirin. Ya duyem, divê çekan ji hemû aliyên şer re tavilê bê rawestandin. Ya sêyem jî, divê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Tirkiyê li dijî Kurdan kirina neheqiyên giran bi awayekî eşkere bên gotin û bên şermezarkirin.

Di vê xalê de, Konseya Ewropa û Meclisa Parlamenter divê berpirsiyariyê bigirin. Tirkiye ji sala 1950’an vir ve endamê Konseya Ewropayê û ev endamtî pêdivî bi girêdanbûna bi standardên mafên mirovan heye. Konseya Ewropayê divê sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên li herêmê bi awayekî zelal û eşkere şermezar bike. Ji bo vê yekê gelek mekanîzma hene; ji daxuyaniyên nivîskî bigire heta biryarên siyasî yên bibandor.

Ger Tirkiye van berpirsiyariyên xwe dubare dubare binpê bike, di dawiyê de divê endamtiya wê ya Konseya Ewropayê bi cidî bê nîqaşkirin ku jê were derxistin. Ji ber ku ev der saziyeke mafên mirovan e. Dewleteke ku mafên mirovan dixe bin lingan, ji aliyê exlaqî ve beşdarbûna wê ya vê saziyê nayê pejirandin.”