Parlamentera Katalan a Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (AKPM) Laura Castel, li ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û qetilkirina gelê Kurd ji rojnameger Huseyîn Elmali re nirxand.
Laura Castel, bûyerên li Kobanê wekî “vahşet” bi nav kir û wiha got: “Tiştên li Kobanê tên jiyîn bi temamî vahşetek e. Em bi gelê Kobanê û gelê Sûriyeyê re di nava hevgirtineke de ne. Em ji aliyê hêzên rojavayî ve rewakirina hikûmeta derbasbûnê ya li Sûriyeyê pir xemgîn in. Soza piştgiriya aborî ya ji 600 milyon euro zêdetir a Yekîtiya Ewropayê û Komîsyona Ewropayê ji vê rêveberiyê re naye pejirandin. Di heman demê de em dibînin ku Tirkiye van milîsên hov bi dron û çekên giran ve xwedî dike. Ev çek îro li dijî gelê Kurd tên bikaranîn.”
Castel bang li civaka navnetewî kir û diyar kir ku bûyerên qewimîn sûcê mirovahiyê ne û wiha axivî: “Berdana girtiyên DAÎŞ’ê ji zîndanan, redkirina muzakereyê ji aliyê hikûmeta derbasbûnê ve û bombebarana herêmên Kurdan, mîna parçeyeke stratejîya plankirî ya sabotekirina pêvajoya aştiyê xuya dike. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku tevî rola rayedarên Tirkiyeyê jî lêpirsîneke navnetewî û serbixwe li ser van hovîtiyan were kirin,.”
Castel bang li hikûmeta derbasbûnê ya Sûriyeyê kir ku vegere maseyê muzakereyê û bal kişand ser vê yekê ku mafên gelê Kurd divê di destûra bingehîn de bên garantîkirin û wiha got: “Hikûmeta derbasbûnê ya Sûriyeyê divê dîsa li maseyê muzakereyê rûne û mafê xwebiryardana gelê Kurd nas bike. Divê ev maf di destûra Sûriyeyê ya pêşerojê de bi awayekî zelal bên mîsogerkirin.”
Castel bal kişand ser endamtiya Tirkiyeyê ya li Konseya Ewropayê û wiha domand: “Tirkiye endamê tam ê Konseya Ewropayê ye û ji ber vê yekê berpirsiyariyeke tam li hemberî mafên mirovan, demokrasî û serweriya hiqûqê digire ser xwe. Divê dewleteke ku van peywiran pêk nayîne, hebûna xwe di vê rêxistinê de bi awayekî cidî bê lêpirsînkirin. Me wekî koma siyasî gelek caran li ser Kobanê û siyasetmedarên Kurd ên li Tirkiyeyê girtî bang kiriye.”
Castel bi taybetî li ser jinên Kurd ên li Rojava berxwedanê dikin rawestiya û wiha got: “Berxwedana jinên Kurd şoreşeke rast e. Îro di şertên bê av, bê xwarin û bê elektrîkê de têkoşîneke sermirovî didin. Tevî hemû hovîtiyê jî berxwedan didomînin. Peyama min zelal e: Berxwedanê bidomînin. Demokrasî û pêşeroja gelê Kurd di destê wan de ye. Rojava wê azad bibe.”
Laura Castel hestên hevgirtinê yên gelê Katalan jî anî ziman û wiha axivî: “Ez Katalanim û ez ji dil bawer im bi mafê gelan ê xwebiryardanê. Em wekî gelê Katalan bi hemû gelên ku dixwazin pêşeroja xwe bi azad diyar bikin re di nava hevgirtinê de bin. Tecrûbeya demokratîk a ku gelê Kurd bi taybetî li Sûriyeyê afirandiye pir balkêş e. Ew qehremanên rast in. Em wekî Çepê Yekbûyî yê Ewropayê bi gelê Kurd re di nava hevgirtineke tam û bê şert de ne.”