Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Ji bo Kobanê piştevaniya kûreyî mezin dibe

Piştevaniya li dijî dorpêç û êrîşên li ser Kobanê, bi piştgiriya rewşenbîr, ramanger û aktîvîstên şer mezin dibe.

Dengên piştevaniyê yên li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk, DAÎŞ û HTŞ’ê yên li ser Rojava, bilind dibin.

LINDSEY GERMAN: DIVÊ EM HER TIŞTÊ BIKIN

Serokê Koalîsyona Şer Rawestîne Lindsey German ku li Îngilistanê 450 rêxistinên civakî yên sivîl di nava xwe de digire, têkildarî dorpêça li ser Kobanê diyar kir ku mirovahî niha di bin gefeke cidî de ye û got, “Ji bo astengkirina vê yekê divê em her tiştê bikin. Li ser navê aktîvîstên dijberê şer û mirovên li Îngilistaê, ez piştevaniya xwe ya ji bo Kobanê radigihînim.”

JAMES KELMAN: DIVÊ HER KES RABE SER PIYAN

Yek ji damezrînerên Academy of Social Science, xwediyê Xelata Booker û gelek xelatên wêjeyê nivîskar James Kelman di peyama xwe ya ji bo piştevaniya Kobanê de destnîşan kir ku rewşa li Rojava ne tenê têkildarî Kurdan e, têkildarî mirovên demokratîk û azad jî ye û got, divê her kes vê rastiyê bibîne û rabe ser piyan.

GIANNI TOGNONI: EGER KOBANÊ WERE TUNEKIRIN, SIBEROJA MIROVAHIYÊ JÊ WÊ TUNE BIBE

Ji sekreteriya giştî ya Dadgeha Gelan a Daîmî (Permanent Peoples’ Tribunal), doktorê Îtalî û parêzvanê mafên mirovan Giannî Tognonî jî ev tişt got, “Eger Kobanê were tunekirin, wê çi bi serê civaka navneteweyî were? Eger Kobanê were tunekirin, wê siberoja mirovahiyê jî tune bibe.”