Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Atînayê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin

Li paytexta Yewnanîstan Atinayê êrîş, dorpêç û komkujiyên li ser Rojava hatin protestokirin.

Çalakvanên ku îro di saet 14:00’an de li Qada Syntagmanê li hev civiyan, bi dirûşme û daxuyaniyên çapemeniyê peyama piştevaniya bi gelê Rojava re dan. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên  “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Kurdistan” hatin berzkirin û banga tavile rawestandina êrîşan hate kirin.

Di çarçoveya çalakiyê de şandeyeke ku ji 3 kesan pêk dihat, dosyayek li ser binpêkirinên mafan ên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li ser Kurd û herêmên Kurdan, pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Yewnan kirin.

Di dosyayê de êrîş û binpêkirinên li ser gelê Kurd hatin teşhîrkirin û daxwaza statuyê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin.

Şandeyê destnîşan kir ku divê saziyên Yewnanîstan û navnetweyî li hemberî êrîşên li ser Rojava bêdeng nemînin û li hemberî êrîşan gavên şênber biavêjin.

WÊ ROJA ŞEMIYÊ MEŞ WERE LIDARXISTIN

Her wiha di daxuyaniya çapemeniyê de hate diyarkirin ku wê têkoşîna li dijî êrîşên li ser Rojava dewam bikin û wê roja Şemiyê di saet 15:00’an de li Qada Syntagma destpê bike û wê li pêşiya Konsolosxaneya DYA’yê bi dawî bibe û banga tevlîbûna xurt ji bo meşê hate kirin.

Çalakî bi banga mezinkirina piştevanî û têkoşînê bi dawî bû.