Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Li Ewropayê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

Kurd û dostên wan, di serî de li Elmanya li bajarên Ewropayê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava meş û mitîngan li dar xistin; ji bo çalakiyên werin lidarxistin jî bang kirin.

Kurd û dostên wan ên li bajarên cuda ên Elmanya û Ewropayê jiyan dikin, meş û mitîngên xwe yên li dijî êrîşên li ser Rojava didomînin. Çalakî armanc dikin ku balê bikşînin ser qeyrana mirovî ku sivîll tên hedefgirtin û helwesta welatên Ewropayê protesto bikin.

HAMBURG

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê, Kurd û dostên wan ji bo balê bikşînin ser êrîşên li ser Rojava, meşek lidarxistin.

Çalakî bi banga Meclîsa Gel a Kurd a Hamburgê, Meclîsa Jinan a Rojbîn û hewldana “Hamburg fur Kurdistan” li semta Harburgê hate lidarxistin û hêzî hezar kes tevlî bûn. Beşdaran dersînorkirina çalakvanên People’s Caravan (Karawana Gelan) ku dema ber bi Rojava ve diçûn ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin binçavkirin, protesto kirin.

Di axaftinên çalakiyê de hate xwestin ku êrîşên li ser Rojava tavile werin rawestandin, hikûmeta Elmanyayê helwestê bigre û statuya Rojava bi awayekî fermî were naskirin. Beşdaran diyarkirin ku Kurd û dostên wan wê xwedîderketina li Rojava bidomînin.

Di dawiya meşê de, ji bo çalakiya protestoyî ku wê roja Pênçşemê li pêşiya Ikea a li semta Altona were lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.

HERNE

Li bajarê Herne yê Elmanyayê, bi hezaran Kurd û dostên wan, ji bo balê bikşînin ser êrîşên li ser Rojava meşiyan.

Girseyê li pêşiya City Center ku xalê herî qelebalix ê bajêr e li hev kom bûn û dirûşmeyên “Gelê Kurd Yek e” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Di meşê de ala Kurdistanê û alên YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin.

Beşdaran bi pankartên, “Berlîn tu li ku derê dirawestî” û “YE: Ji terorê re pere tune” helwestên hikûmeta Elmanya û Yekîtiya Ewropayê protestokirin. Meş li stasyona trenê ya navendî, bi daxuyaniyeke bi dawî bû.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê, Kurdistanî û komên enternasyonalîst ên li Dêra DOM ê dîrokî li hev civiyan, êrîşên li ser Rojava protesto kirin.

Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û dirûşmeyên, “Yeke Gelê Kurd Yeke”, “Biji Berxwedana YPG, Biji Berxwedana YPJ” ve “Terorîst Şara, Terorîst Erdogan” berzkirin.

Di daxuyaniya li ser navê komên enternasyonalîst de, binçavkirina çalakvanên ku bi armanca piştevaniya Rojava ji Tirkiyeyê diçûn herêmê, hate şermezarkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku piştevaniya berxwedana Rojava ne sûc e, berpirsyariyeke demokratîk û mirovî ye.

Çalakî piştî daxuyaniyan bi dawî bû.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstad ê Elmanyayê, bi sedan Kurd û dostên wan bi armanca piştevaniya Rojava li hev civiyan.

Çalakiya li pêşiya Stasyona Trenê ya Navendî, ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Meşa ku nêzî saetek û nîv dewam kir, li kolanên herî qelebalix ên bajêr pêk hat. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG, YPJ”, “Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Piştre li Luisenplatzê mitîng hate lidarxistin. Di axaftinên li ser navê organîzasyonê de hate destnîşankirin ku şoreşa Rojava ne tenê herêmî, di heman demê de têkoşîna hevpar a gelê Kurd û dostên wan in.

Di dema mitîngê de gaziyekî Rojava bi rêya telefonê axaftinek kurt kir û wiha got,: “Em fedaî û gaziyên Rêber Apo û Kurdistanê ne. Vî gelî ji me çi bixwaze em amade ne ku bikin. Tenê canek me heye, em amade ne ku wê jî ji bo azadiyê bidin.”

Axaftin gelek caran bi dirûşmeyan hatin qutkirin û beşdaran peyamên xwe yên piştevaniya bi Rojava re dubare kirin. Mitîng bi banga tevlîbûna meş û mitînga ku wê roja Şemiyê li Frankfurtê were lidarxistin, bi dawî bû.

MUNSTER

Li bajarê Munster ê Elmanyayê, Kurdistaniyên ku bi rojan in çalakî û meşan li dar dixin, îro dîsa li qadan bûn.

Girseya ku bi pêşengiya TCŞ’ê ya Munsterê, Tevgera Jınan, Meclîsa Herêmî û enternasyonalîstan, li pêşiya stasyona trenê ya navendî kom bûn, bi deqîqeyekî rêzgirtinê dest bi çalakiya xwe kirin.

Meş, ji HBF’ê ber bi Ludgeriplatzê, ji kolanên herî qelebalix ên bajêr derbas bû û li pêşiya Rathaus (şaradarî) dewam kir. Di daxuyaniyê de êrîşên nemirovane yên li ser Rojava hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku heta ku gelê Kurd li Rojava azad nebe, wê li qadan bin.

Her wiha hate ragihandin ku di 29’ê Çileya 2026’an de wê di saet 18:00’an de dîsa li pêşiya HBF’ê kom bibin.

KASEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê, gel dîsa li dijî êrîşên li ser Rojava daketin qadan.

Girseya ku li pêşiya Kassel Hauptbahnhof kom bûn, tevî pankart û alan heta Qada Kasselê meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Yekîtiya Kurdistan” hatin berzkirin.

Di daxuyaniya li ser navê Navenda Çandê ya Kurd de hate destnîşankirin ku divê raya giştî ya navneteweyî li dijî van êrîşan bêdeng nemînin.

BORDEAUX

Gelê Kurd û dostên wan, ji bo protestokirina êrîşên çeteyan ên li ser Rojava li Bordeauxê li hev kom bûn.

Di tevahiya çalakiya ku nêzî saetek û nîv berdewam kir de, beşdaran peyamên piştevaniyê dan û dirûşme berzkirin. Çalakî bi axaftinên dostên Fransî û serokên komaleyan bi dawî bû.

ARNHEM

Li bajarê Arnhem ê Hollandayê, bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Arnhemê çalakiyekî girseyî li dijî êrîşên li ser Rojava hate lidarxistin. Bi sedan Kurd û dostên wan tevlî çalakiyê bûn.

Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de îşaret bi dorpêça li ser Kobanê û Hesekê hate kirin û hate destnîşankirin ku bêdengiya Ewropayê ya li hemberî van êrîşan nabe ku were qebûlkirin.

Her wiha di çalakiyê de hate xwestin ku li gorî banga seferberiyê were tevgerîn û bang li gelê Kurd û dostên wan hate kirin ku tevlî meşa navenda wê Hollanda ku wê roja Şemiyê li Den Haagê were lidarxistin bibin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

VIYANA

Li paytexta Awusturya Viyanayê, Kurd û dostên wan wekî her roj îro jî li dijî êrîşên li ser Rojava daketin qadan. Gelek kes tevlî meşê bûn û piştgirî dan berxwedana Rojava.

Meş li Qada Operayê destpê kir. Beşdarn tevî pankartan heta Konsolosxaneya DYA’yê meşiyan. Di meşê de timî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin û îşaret bi piştevaniya ji bo berxwedana li Rojava hate kirin.

Çalakî, piştî dirûşme û bangan bi dawî bû.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava, li pêşiya Stasyona Trenê ya Holland Spoorê li hev civiyan. Di çalakiyê de dirûşmeya, “Êdî Bes e!” bilind bû.

Çalakî ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di tevahiya çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Rojava”, “Defend Rojava, Defend Kurdistan”, “Terorîst Colanî” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li pêşiya stasyona Holland Spoor de, bêdengiya DYA, Ewropa û hêzên bibandor ên li herêmê li dijî êrîşên li ser Rojava, bi gotinên tund hate rexnekirin.

Piştî daxuyaniyê, ji bo meşa navendî ku tê plankirin roja Şemiyê li Den Haagê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê li hemû Kurdistanî û dostên wan hat kirin. Çalakî bi dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Rojava, Rojhilat, Kurdistan yek welate”, “Bijî yekîtîya kurdan”, “Gelê Kurd yek e”, “Free Rojava” û “Free Kurdistan” bi dawî bû.

ZURÎH

Kurd û dostên wan li Zurîh a Swîsreyê ji bo balkişandina ser êrîşên li ser Rojava kom bûn. Girseya ku li Qada Oerlikon Marktplatz kom bû, daxuyaniya çapemeniyê da û êrîşên li ser Rojava protesto kir. Daxuyaniya ku bi zimanê Elmanî hat xwendin, bang li raya giştî ya Swîsreyê û saziyên navneteweyî kir. Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girse ber bi Balafirgeha Zurîhê ve meşiya. Di meşê de dirûşme hatin berzkirin û çepikan lêxistin. 

Gelek welatiyên Swîsreyê jî piştgirî dan çalakiyê. Di çalakiyê de pankarta” Rojava Biparêze" hat hilgirtin û diyar kirin ku ew ê xwepêşandanên xwe yên demokratîk û aştiyane bidomînin. Çalakî bi banga ji bo xurtkirina hevgirtina bi gelê Rojava re û ji bo civaka navneteweyî ku li hember êrîşan hesastir be bi dawî bû. 

KIEL

Li bajarê Kiel ê Elmanyayê li dijî êrîş û komkujiyên li Rojava çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Mitîng saet di 18:00’an de li ber Îstasyona Trenê ya Navendî ya Kielê dest pê kir.
Mitîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê dest pê kir. Di axaftinan de hat diyarkirin ku êrîş û sûcên li dijî mirovahiyê yên li dijî gelê Kurd li Rojava hatine kirin ji aliyê civaka navneteweyî ve tên paşguhkirin. Bêdengiya partiyên siyasî û hikûmeta Elmanya bi tundî hat rexnekirin. 

Di mitîngê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Jin, jiyan, azadî", "Kurdistan yek welat e", "Gelê Kurd yek e" û "Erdogan terorîst e" hatin berzkirin. Beşdaran diyar kirin ku ew ê hevgirtina bi berxwedana li Rojava re xurt bikin.

SAARBRUCKEN

Li Saarbrucken a Elmanyayê li dijî êrîşên HTŞ’ê yên li ser Rojava meş û mîtîngek hate lidarxistin. Kurdên ku ji roja yekem a destpêkirina êrîşan ve li kolanan in ragihandin ku çalakiyên wan wê berdewam bikin û diyar kirin ku ew ê sibê û roja Înê saet 17.00’an li ber Europa Galerie mitîngê li dar bixin. Girse ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava  li Landwehrplatzê kom bûn. Al û pankartên partî û rêxistinên cuda yên ji her çar parçeyên Kurdistanê hatin hilgirtin. Girseyê saet di 17.00’an de dest bi meşê kir. Meşa ku di bin baranê de pêk hat de dirûşmeyên "Rojava ne bi tenê ye", "Kurdistan yek e" û "Rojava ne bi tenê ye" berz kirin. 

Li ser navê komîteya amadekar banga beşdarbûna xurttir a çalakiyên ku di rojên pêş de werin lidarxistin de hat kirin. Komîteyê bang li Kurd û dostên wan kir ku beşdarî mitîngan ku roja Înê li ber Europa Galerie were lidarxistin bibin û diyar kir ku divê têkoşîna li dijî êrîşên li ser Rojava li kolan û qadên were xurtkirin.

GAVLE

Li Gavle ya Swêdê, Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û piştgiriya berxwedanê meşek girseyî li dar xistin.
Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Gel a Gavle-Borlange ve hate organîzekirin, saet di 18.00’an de ji Qada Gavle Stortorget dest pê kir. Bi berzkirina dirûşmeyên ”Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" heta îstasyona trênê meşiyan û piştre vegeriyan rêya sereke ya bajêr a Qada Stortorgetê û meşa xwe temam kirin. Beşdarvanekî ciwan rexne li helwesta Hêzên Koalîsyonê û bêdengiya Swêd û Ewropayê kir. Çalakî bi biryara ku roja Şemiyê li heman cihî kom bibin bi dawî bû.

TOULON

Li Toulon a Fransayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina komkujiyên li ser Rojava li navenda bajêr kom bûn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Rojava dest pê kir. Osman Sonmez di axaftina xwe de êrîşên li ser Rojava şermezar kir û li ser girîngiya yekîtiya neteweyî axivî. Sonmez got, "Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê dixwazin werin Rojava û beşdarî seferberiyê bibin, lê Deriyê Sêmelkayê girtî ye. Çima ev astengî dema ku gel giyanê yekîtî û seferberiya neteweyî bilind kiriye? Divê Deriyê Sêmelkayê tavilê were vekirin; Rojava ya hemû Kurdan e!" 

Beşdaran bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û “Qatil Tirkiye”, “Qatil Colanî" bertek nîşanî êrîşan dan. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin û banga hevgirtina navneteweyî hate kirin. 
Çalakiya li Toulonê li navenda bajêr danîna konê berxwedanê bi dawî bû. Çalakvanan biryar dan ku çalakiyên xwe li bajarên din ên herêma Provence-Alpes-Côte d’Azur berfireh bikin. 

DUREN

Li Duren a Elmanyayê ji bo parastina Şoreşa Rojava çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Girseya ku li Kaiserplatzê kom bû, dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana YPG-YPJ", "Terorîst Colanî" û "Terorîst Erdogan" berz kirin. Yek ji fermandarên berxwedana Kobanê Arîn Kobanî bi rêya telefonê beşdarî çalakiyê bû û girseyê silav kir. Arîn Kobanê diyar kir ku Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê hêzê ji berxwedana Rojava digirin û peyama "Yan jiyaneke azad an jî şehadeteke bi rûmet!" parve kir. Arîn Kobanê diyar kir ku şervanên berxwedanê dibêjin, "Yan em ê di vê berxwedanê de bi ser bikevin û bi azadî bijîn, an jî em ê bi rûmet şehîd bibin” û got ku tevî zehmetiyan û şert û mercên zivistanê jî, moralê wan bilind e. Arîn Kobanî anî ziman ku ew ê rêya hemû lehengan, bi taybetî fermandarên şehîd Sîdar Efrîn bişopînin.
Meşa ku bi hezaran kes beşdar bûn, bi dirûşme, çepik û tilîliyan li Kaiserplatz û kolanên bajêr berdewam kir. Çalakî bi peyamên piştgiriyê ji bo gel û berxwedana Rojava bi dawî bû. 

LONDON

Li paytexta Îngilistan Londonê bi sedan Kurdistanî ji bo êrîşên li ser Rojava protesto bikin li Qada Leicesterê kom bûn. Di çalakiya ku ji hêla Meclîsa Jinan a Jiyan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatî organîzekirin de, alên YPG, YPJ û Kurdistanê hatin hilgirtin.
Çalakî bi deqeyek eêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurd dest pê kir. Girseyê dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Rojava", Hands off Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. 

Çalakvanan peyama "Rojava careke din li dijî barbarîzmê tpdikoşe. Werin em niha li dijî vê barbarîzmê bibin yek" dan. Çalakî bi dirûşme, çepik û tilîliyan berdewam kir.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê, Kurdistanî û dostên wan bi banga CDK-F’ê li Qada Place André Honnorat li hev civiyan.

Hunermendên TEV-ÇAND a li Fransayê jî piştgirî dan çalakiyê. Hunermend Farqîn Azad axaftineke kurt kir û piştre tevî girseyê stranên şoreşgerî got û banga hestiyariya navneteweyî kir.

Danezanên ku ji aliyê CDK-F’ê ve hatibû amadekirin jî hate belavkirin. TEV-ÇAND Fransa, banga tevlîbûnê ji bo çalakiyên ku wê 30’ê Çileyê di saet 17:00’an de li Qada Tracadaro were lidarxistin, CDK-F’ê jî çalakiyên ku 31’ê Çileyê di saet 14:00’an de li Qada Republique were lidarxistin, kir.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilat e, Kurdistan Yek Welat e” û “Kurdistan Yek e” hatin berzkirin.

NICE

AARAU

AVIGNON

HANNOVER