Endamê Koma Demokrat a Xiristiyan (PPE) a Parlamentoya Ewropayê François-Xavier Bellamy, têkildarî geşedanên li Sûriyeyê rû didin daxuyaniyek da û diyar kir ku ew rewşê bi ‘’metirsiyeke mezin dişopînin’’ û anî ziman ku divê welatên ewropayê li hemberî gefên li dijî gelê Kurd sekneke hevpar û zelal nîşan bidin.
François-Xavier Bellamy destnîşan kir ku li Sûriyeyê parastina aşitiya sivîl û rêzgirtina li mafên hemû pêkhateyan gelekî girîng e û got ku bi taybetî jî gelê Kurd gefeke eşkere ye. Bellamy anî ziman ku gelê Kurd perçeyekî girîng ê civaka Sûriyeyê ye û îfade kir ku nabe ev rastî were paşçavkirin.
Bellamy di dewama daxuyaniya xwe de bang li welatên Ewropayê kir û got: ‘’Em weke Ewropî, erka welatên Ewropayê ew e ku rbi dengekî hevpar dengê xwe bilind bikin ku gefa ku îro gelê Kurd li Sûriyeyê rû bi rû maye bi tu awayî» nayê rewakirin. Bellamy bi bîr xist ku gelê Kurd di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de roleke girîng lîstiye û anî ziman ku ji ber vê têkoşînê ew deyndarên gelê Kurd in.
‘’PIŞTGIRÎDAYÎNA GELÊ KURD ERKA ME YE’’
Bellamy piştre diyar kir ku wî seredana Kurdên li Iraqê jî kiriye, peyama piştevaniyê da gelê Kurd û ev yek anîn ziman: ‘’Ez dixwazim dubare ji hemû Kurdan re bînin ziman ku piştevaniya li gel wan erkê me yê sereke ye.’’
Bellamy piştre bang li hikûmetên Ewropayê kir û got ku divê li hemberî geşedanên li Sûriyeyê rû didin, sekneke xurt û zelal nîşan bidin. Bellamy di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bi parastina aşitiya sivîl û rêzgirtina li mafên hemû pêkhateyan Ewropa neçar e ku bi dengekî hevpar biaxive û ev sekn bi taybetî jî ji bo gelê Kurd gelekî girîng e.