BI DÎMEN

Gel li Awusturyayê ji meydanan dernakeve: Rojava hêvî ye, hêviya me nikarin hilweşînin

Li Viyana, Salzburg, Graz û Bregenzê bi hezaran kes li dijî êrîşên li ser Rojava şermazer kirin; şoreşa jinê û têkoşîna rêveberiya xweser a demokratîk hate parastin.

Li Viyanayê nêzî 15 hezar Kurdistanî û dostên wan li Votivparkê civiyan. Beşdaran bi cil û bergên neteweyî li qadê cih girtin, pankart vekirin û polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd şermezar kirin. Li ser pankartan ev peyam hebûn: “Kurd li dijî DAİŞ’ê şer kirin, niha dor li ser DYA û Ewropayê ye: Kurdan li dijî DAİŞ’ê biparêzin”, “Al Colanî dikuje, Von der Leyen fînanse dike”, “Hebûna me ne şer be”, “Tu nikarî iradeya jinên Kurd bi porê wan bişkîne”.

Çalakî ji bo şehîdên şoreşê deqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Piştî wê beşdaran meş li dar xistin.

Meş ji aliyê “Platforma Kurdistan” a ku ji bo Rojava nû hatiye avakirin ve hate rêzxistin kirin. Ev platform gelek rêxistin û partiyan li hev tîne: Dem Kurd, Mala Kobanê, Feykom, Komeleya Rojava, MSD, Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, PYD, Tevgera Jin, Kulturzentrum Alevî, Shams Organisation, PDK-Irak, Federasyona Kurdî, Revenda Kurdistanî, PDK-Îran, PJAK û gelekên din.

Axaftin ji aliyê Alicia Allgäuer (Volkshilfe), Mario Memoli (KPÖ), Saya Ahmad (Serokê Meclisa Navçeya Alsergrund a SPÖ Viyana), nûnerên DemKurd û Avesta ve hatin kirin. Her wiha karavana ji Viyanayê ber bi Rojavayê ve çûyî jî beşdar bû û peyamên piştgiriyê parve kirin.

ALICIA ALLGÄUER: LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ FELAKETEK MIROVÎ YA NÛ TÊ JIYÎN

Alicia Allgäuer a ji Volkshilfe got ku ji Kanûna 2024’an û vir ve li bakurê Sûriyê krîzeke mirovî ya giran heye. Piştî êrîşên çekdarên piştgiriya Tirkiyê li ser Şehbayê, zêdetirî 180 hezar kes careke din neçar man koç bikin. Wê bal kişand ser êrîşên dawiya Çile li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, nexweşxaneya Halid Fecer a piştî erdhejê hate nûkirin hate bombebarankirin, xebatkarên tenduristiyê û ambûlans hatin hedefgirtin. Wê diyar kir ku li Qamişlo, Kobanê û derdora wan bi sedan hezar kes di sermaya dijwar de di wesayîtan, dibistan û mizgeftan de dijîn, li Kobanê çar zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane û bang li alîkariya lezgîn kir.

MEMOLÎ: ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA XİYANET E

Mario Memolî yê KPÖ got ku êrîşên li ser Rojava dixwazin projeya herî pêşverû ya demokratîk li herêmê tune bikin. Bi hezaran kes neçar man birevin, komên cîhadî sûcên kuştin, tecawuz û talankirinê dikin. Û got ku Kurdan bi navê Rojava bedelên mezin dan, lê îro dewletên rojavayî û Avusturya li êrîşan dinêrin û wan rewa dikin. Memolî got ku modela rêveberiya xweser a demokratîk a li ser bingeha ekolojî û azadiya jinê kir û got divê ev proje bê parastin.

AHMAD: TÊKOŞÎNA AZADIYÊ DIDOME

Saya Ahmad a ku Serokê Meclisa Navçeya Alsergrund a SPÔ got ku divê piştgirî bidin têkoşîna mafên gelê Rojava û Rojhilatê. Wê bal kişand ser pêlên şoreşê li Îran û Rojhilatê û êrîşên rejîmê ku bi hezaran kes hatin kuştin û mafên mirovan hatin binpêkirin.

Saya Ahmad bibîrxist ku Kurd her tim ji bo azadî, wekhevî û edaletê têdikoşiyan û got: “Azadî bi azadiya jinan destpê dike; heta jin wekhev nebin civak nikare adîl be.” Bang li piştgiriya navnetewî kir û ji Yekîtiya Ewropayê, hikûmetên netewî û rêxistinên mafên mirovan xwest ku gavên berbiçav bavêjin ji bo parastina mafên kêmneteweyan, bidawîkirina zordarî û tundiyê.

PLATFORMA PARASTINA KURDISTAN: EM Ê MEYDANAN NETERIKÎNIN NAKIN

Di axaftina ku ser navê Platforma Parastina Kurdistanê hate kirin de hate gotin ku heta êrîşên li ser Rojava bidawî nebin, çalakî dê bidomin û meydan dê neyên terikandin. Hate diyarkirin ku yekîtiya netewî ji rêxistin û partiyan mezintir e û divê yekîtiya di nav Kurdan de bidome.

NURCAN GULERYUZ: EM Ê ROJAVA DOMDARÎ BIPARÊZIN!

Ji Meclisa Jin a Avesta Nurcan Guleryuz got ku divê şoreşa jinê li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyê bê parastin. Komên Îslamî tundiya sîstematîk li dijî jinan dikin û endamên YPJ’ê rastî îşkenceyê tên. Rexne li hikûmetên Ewropayê kir ku daxwazên mudaxaleyê li Rojava rexne kir û daxwaz kir ku êrîşên leşkerî bên rawestandin. Got ku divê pergala demokratîk, pireng û sekuler a bi pêşengiya jinan li Rojava bê parastin.

BERÎVAN ASLAN: ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ BANGA AZADIYÊ YE

Parlamenterê partiya Keskan Berivan Aslan got ku ew ne tenê wek nûnerek ji Avusturyayê, wek endamek ji civaka Kurd jî her tim neçar dimîne ku derkeve qadan û mafê jiyanê biparêze û got “Êdî bes e”. Got ku civaka navneteweyî careke din Kurd radestî hêzên faşîst û Îslamî dike. Em ji têkoşîna ji bo mafê jiyanê westiyane, ji dîtina tecawuz û rûmetşikandinê li jinan westiyane. Lê em li vir in, ji ber ku em ne tenê qurbanên dîrokê ne, di dîroka me de qehreman jî em in. Jinên Kurd DAİŞ têk birin û ev têkoşîn dîrok nivîsî. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê dirûşme ye; bangewaziyeke ji bo azadî, wekhevî û edaletê ye. Jin azad nebin civak adîl nabe. Em îro li vir in û dengê xwe bilind bikin, têkoşîna xwe bidomînin û mafên xwe biparêzin. Em ne tenê ne û em ê qet bêdeng nemînin. Azadî, wekhevî û edalet ji bo her kesî rast bibe.”

Di mîtîngê de ji aliyê Yekîtiya Hêzên Demokratîk ve jî axaftin hate kirin. Di axaftinê de hate rexnekirin ku hêzên navneteweyî piştî Esed HTŞ wek rewa dîtîn.

CUMA TAK: HÛN ÇI BIKIN JÎ EM Ê BI NASNAMEYA XWE YA KURD AZAD BIN**

 Siyasetmedar Cuma Tak di dawiya çalakiyê de bang li gel kir ku têkoşînê mezin bikin û wiha axivî: “Hûn çi bikin jî, em ê di vê pêvajoyê de bi nasnameya Kurdistanê, bi nasnameya Kurd azad bijîn. Gelê Kurd yê hêja; îro Rojava bi taybet Kobanê ji her alî ve hatiye dorpêçkirin. Av, elektrîk qut kirine. Dixwazin Kobanê bê av û xwarin bihêlin, radest bikin û koçber bikin. Lê Kobanê dê heta dawiyê berxwedanê bike. Em dixwazin li axa xwe ya pîroz bi awayek azad bijîn. Lê dewleta Tirk a dijminê Kurdan dewletên Ereb û Faris dixwazin me tine bikin. Em ji vir ji wan re dibêjin: Em Kurdên serbilind in. Ji bo Kurdistaneke rengîn û azad em ê têbikoşin. 

Li Bakur, Başûr, Rojava, Rojhilat; kîjan dijmin êrîşî me bike em ê wek gel li ber xwe bidin. Îro em ji bo Rojava li vir in. Heta Kurdistaneke rengîn û azad were avakirin em ê têbikoşin. Heta Dîcle, Firat, Munzur û Murat biherikîn, heta giya kesk bibin têkoşîna me bidome. Bijî têkoşîna me, bijî Kurdistan!” Dirûşmeyên Cuma Tak ji aliyê gel ve bi yek dengî hate dubarekirin.

KARAVANA ROJAVA LI VİYANAYÊ

Karavana Rojava ji gelek welatên Ewropayê destpê kir û gihîşt Viyanayê. Aktîvîstek ji nav karavanê got: “Ji Hannover, Berlîn, Leipzig û gelek bajarên din me destpê kir. Îro em li Viyanayê ne û li kêleka we li qadan in. Ji vir em ê ber bi Kobanê ve biçin û li wir jî piştgiriyê bidin gelê berxwedêr. Ji her perçeyên Kurdistanê mirov ber bi Kobanê û Rojava ve diherikin. Êrîşên li taxa Kurd a Helebê, dorpêçkirina Kobanê, bê elektrîk, bê av û bê înternet hiştin; zarok ji sermayê dimirin, me pir bandor dike. Tiştên li wir diqewimin rasterast bi me re eleqedar in. Jin û ciwanên ku jiyaneke azad, demokratîk û sosyalîst diparêzin îro li Rojava şoreşê diparêzin. Em jî li vir şoreşê diparêzin. Em qadan bi hev re digirin. Em enternasyonalîst, jin û hemû gel bi hev re ne. Rojava dilê şoreşa sosyalîst û jin e û îro di bin êrîşên giran ên hêzên Îslamî de ye. Em ne tenê ne. Karavanên din jî ji Qamişlo ber bi Hesekê ve diçin. Ji çar aliyên Ewropayê mirov bi wesayîtên xwe ber bi Kobanê ve diçin. Di rojên pêş de qadan dagirin, dengê xwe bilind bikin! Fînansmana van qirkirinan ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve, bêdengiya medyaya Alman eşkere bikin. Bijî berxwedana Kobanê!”

Karavan sibê li Heldenplatzê daxuyaniyeke çapemeniyê bide, piştre li Schwarzenbergplatzê dîsa çalakiyekê bike.

Li SALZBURG’ê HEZAR KES LI QADAN IN: ŞOREŞA JINÊ TÊ JIYÎN

Li ber Hauptbahnhof’a Salzburg’ê nêzî 2 hezar kes kom bûn û qirkirina li Rojava protesto kirin. Bi pankart, al û daxwaznameyan kortêj hate çêkirin, li pêş jin û zarok hebûn. Di meşê de ber bi navenda bajêr ve gelek caran dirûşmeyên “Colanî û çeteyên barbar ên DAİŞ’ê derkevin!” “Jin, Jiyan, Azadî!” “Hûn nikarin hêviya me bişkînin!” “Bi hêza rêxistinkirî ya jinan em ê we di şerê Kurdistanê de têk bibin!” “Hûn dikarin me bê av û xwarin bihêlin, sar bikin, ronahiya me vemirînin, lê hêviya me nikarin bikujin!” hatin berzkirin.

Bi daxuyaniyan bang hate kirin ku êrîşên leşkerî yên li ser Rojava tavilê bên rawestandin, statuya Rojava bê naskirin û şoreşa jinê bê parastin.

Li FELDKIRCH’ê MEŞ

Li bajarê Feldkirch ê eyaleta Vorarlberg a Avusturyayê, RKP û Komeleya Çanda Sara meşa “Defend Rojava” li dar xist. Kurd û dostên wan ji Bahnhofsplatz ber bi Marktplatz ve meşiyan û êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Piştî meşê şermezarkirin çêbû. Zarokan helbest xwendin û qirkirina li Rojava şermezar kirin. Gel di meşê de gelek caran dirûşmeya “Gelê Kurd yek e” û “Bijî Kurdistan” berzkirin.

Li ser navê Komeleya Çanda Sara Kamuran Sindî got: “Em Kurd bi berxwedanê hebûn. Em bi hêza xwe bawer in.”

Li ser navê Partiya Komunîst a Şoreşger (RKP) Kurt Bührle got ku ew şoreşa Rojava diparêzin û li kêleka têkoşîna azadiya gelê Kurd in.

Li GRAZ’ê BI SEDAN KES PIŞTGIRÎ DAN

Li Hauptbahnhof’a Graz’ê bi sedan Kurd kom bûn da ku balê bikşînin ser êrîşên qirkirinê yên li ser Rojava. Nêzî 1500 kes bi dengekî bilind dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Gelê Kurd yek e”,

“Bijî Berxwedana YPG û YPJ’ê” û “Terorîst Erdoğan, Terorîst Colanî” berzkirin. Komîsyona Jinê û dostên Kurd daxuyaniyên li ser pêşketinên dawî xwendin. Di daxuyaniya rêxistinkar de hate gotin ku dewletên cîhanê qirkirina li Rojava pejirandine û hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de ruhê netewî û têkoşîn wek faktora herî girîng hate binavkirin. Di dawiya meşê de Marşa Netewî ya Kurdistanê bi hev re hate xwendin.

LI BOZENÊ PEYAMA BERXWEDANÊ

Li bajarê Bozenê yê eyaleta Başûrê Tîrolê ya Bakurê Îtalyayê, êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin. Piştî gelek salan cara yekem e ku Kurd li Bozenê ji bo Rojava dîsa çalakiyekê li dar dixin.

Kom li Piazza Mazziniyê civiyan û daxuyanî li ser Rojava hatin xwendin. Di çalakiyê de jinan keziyên porê xwe çêkirin û peyama berxwedanê dan.