BI DÎMEN

Evin Încir: Ger Kurd nebûna DAÎŞ hîn jî li Ewropayê bû

Endama Parlamentoya Ewropayê Evin Încir, li hember bêdengiya saziyên Yekîtiya Ewropayê ya li dijî êrîşên li ser Rojava nerazîbûn nîşan da. Încir got: “Yê ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirin Kurd bûn. Ger Kurd nebûna DAÎŞ hîn jî li Ewropayê bû.”

EVÎN ÎNCÎR

Evin Încir, endama Îtîfaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (S&D) a Parlamentoya Ewropayê û parlementera Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê ye, li hember êrîşên çeteyên piştgiriya dewleta Tirk û HTŞ’ê nerazîbûn nîşan da.

Evin Încir wiha got: “Rewşa Rojava û Sûriyê bi rastî pir xerab e. Yekîtiya Ewropayê divê alîkariya Kurdan bike. Yê ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirin Kurd bûn. Ger Kurd nebûna DAÎŞ hîn jî li Ewropayê bû. Ji ber vê yekê ji yên ku diqewimin şerm bikin. Dema Kurd tên qetilkirin, Ewropî diçin Sûriyê û dibêjin em ê pere bidin we, lê li ser Kurdan û rewşa li Sûriyê tu gotinekê nakin. Şerm e. Ew berpirsiyar in.”