Li Brukselê Civîna Lêkolîna Rewşa Niha ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê

Duh nûnerên partî û rêxistinên siyasî, çalakvan û kesayetên Rojhilat li Navenda KNK’ê ya li Brukselê ‘Civîna Lêkolîna Rewşa Niha ya Îran û Kurdistanê (Rojhilat)’ lidar xistin. Encamnameya civînê hate ragihandin.

Duh nûnerên partî û rêxistinên siyasî, çalakvan û kesayetên Rojhilat li Navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li paytexta Belçîka Brukselê ‘Civîna Lêkolîna Rewşa Niha ya Îran û Kurdistanê (Rojhilat)’ lidar xistin. Encanmeya civînê bi daxuyaniyekê hate ragihandin.

Daxuyaniya têkildarî encamnameya civînê bi vî rengî ye:

“Em wek nûnerên partî û rêxistinên siyasî, hejmarek çalakvan û kesayetên Rojhilatê Kurdistanê û her wiha Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ku di vê civînê de amade bûn, xemgîniya mezin û hêrsa xwe li dijî zêdebûna tundiyê li Îran û Kurdistanê di pêlên dawî yên rabûna gelê Îranê de radigihînin.

Di çend hefteyên borî de, rejîma Îranê bi kuştina berfireh, girtina girseyî, militarîzekirina herêman û bi qutkirina sistematîk a rêyên têkiliyê bi derveya welêt, zordariya xwe li hemû welatiyên Îranê zêde kir. Herêmên cuda yên Kurdistanê û Îranê bûne hedefa tundiya dewletê. Li Kurdistanê, kuştina girseyî ya gelê xwepêşander li Melekşahî ya Îlamê gihîşt asta jor û piştî wê bi heman rêbaz û heman astê li parêzgehên din ên Kurdistanê û li seranserê Îranê berdewam kir. Di vê dema zordariyê de, hejmareke mezin a sivîlan hatin kuştin an birîndarkirin û cezayên komelî li ser gel hate sepandin. Di heman demê de, ji bo bêdengkirina dengê gel û veşartina tundiya dewletê, xetên înternetê û telefonê hatin qutkirin û rewşeke ewlehiyê ya giran li seranserê Kurdistanê û Îranê hate ferzkirin, bi awayek ku heta niha jî hejmarek rastîn a qurbanên vê kuştin û zordariyê bi temamî nehatiye zanîn.

Ev kirin ne bûyerên cuda ne, lê belkî beşên avahiyeke dîrokî ya hêza kolonîal û ewlehîkirî ne ku di çarçoveya dewleta Îranê de li ser Kurdistanê hate ferzkirin. Di pêla dawî ya serkêşiyê de, zordariya li dijî gelê Kurd ne tenê ji ber beşdariya wan a di xwepêşandananê giştî de bû, lê her wiha ji ber ku wek netewek ku her tim ji bo rûmet, pejirandina siyasî û mafê xwe ya xwedîderketinê têkoşîn kiriye, bi zordariyeke gelek tund re rû bi rû ma. Beşdarên civînê, ligel ragihandina hevdilsozî û piştgiriyê ji bo hemû gelên Îranê yên li dijî zordariyê rabûn, diyar dikin ku gelê Kurd bi tundiyeke piralî re rû bi rû ma.

Di van demên biryardar de, yekîtiya Kurdî pêdiviyeke pêwist û neçariye. Belavbûna navxweyî û têkçûna rêzê hêza bersivdayîna gelê Kurd li dijî krîzên mezin bi giranî lawaz kiriye, bi taybetî di demekê de ku lîstikvanên herêmî û cîhanî bê beşdariya me û bi lez nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz dikin. Yekîtî wateya yekbûna îdeolojîk nîne, lê wateya lihevhatin û hevrêziyê li ser bingehên hevpar e: mafê xwedîderketinê, demokrasî, wekheviya zayendî, edaleta civakî û parastina hebûna netewa Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê. Em wek beşdarên vê civînê, ji hemû partî û rêxistinên Kurdistanê, bi taybetî yên li Rojhilata Kurdistanê, daxwaz dikin ku berî bûyerên biryardar, berpirsiyariya komelî bikin ser bingehê hemû çalakiyên xwe.

Em hewceyê diyalogeke avaker û berdewamin in; diyalogeke ku ne tenê hêzên siyasî, lê ronakbîr, akademîsyen, tevgera jinan, inîsiyatîfên ciwanan û rêxistinên civaka sivîl li seranserê Kurdistanê û diaspora tê de hebe. Çêkirina ramanê, rexneya siyasî û mobilîzasyona civakî stûnên bingehîn in ji bo nûavakirina afeqê siyasî ya pêşeroja netewa Kurd.

Di heman demê û bi paralelî bûyerên Rojhilatê, Rojavayê Kurdistanê jî bi xetereyekê mezin re rû bi rû ye. Ligel rêzgirtin û nirxdayîna hevgirtina giştî ya gelên hemû parçeyên Kurdistanê, beşdarên civînê li ser xetereya hebûna tecrûbeya Rojava hişyarî didin. Alternatîfa demokrasî ya Kurdî ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyê û bi guherîna şert û mercên herêmî re, bi xetereyeke giran re rû bi rû ye. Bêdengî û paşvekişandina aktorên cîhanî yên ku carekê xwe wek hevkarên Kurdistanê nîşan didan, bi rastî jêbirina vê neteweyê encam da. Bê guman, hilweşandina tecrûbeya serkeftî ya Rojava dê ji bo netewa Kurd karesateke mezin be û di heman demê de têkçûnek ji bo berpirsiyariya cîhanî. Lê di dawiyê de, ya ku li Rojava tê xuyakirin, ji bo Rojhilat jî ders û têgihiştinên stratejîk ên giran dihewîne.

Li gorî van rastiyan û ligel piştgiriya ji “Navenda Diyaloga Partiyên Rojhilatê”, beşdarên civînê dilsoziya xwe ji bo hêsankirina çalakiyên heyî yên li ser yekîtî, diyalog û hevkariyen hevbeş dubare diyar dikin. Ji ber vê yekê em van pêşniyarên pratîk pêşkêş dikin:

- Hewldanên ciddî û bi lez ji bo pêşxistina hevkariyê di nav partiyên Rojhilat de, heta asta yekgirtinê û çêkirina hêzeke parastinê ya hevpar,

- Çêkirina mekanîzmayeke lezgîn a hevrêziyê di nav aktorên siyasî yên Navenda Diyalogê de ji bo sazûmanîkirina vê navendê,

- Çêkirina şaxên “Navenda Dîyalogê” li derveyî Herêma Kurdistanê, bi taybetî li Ewropayê,

- Xurtkirina torên medyayê yên Kurdî û bi taybetî hewldana ji bo damezrandina medyayeke giştî û berfireh a nepartî,

- Hewldanên lezgîn ji bo lidar xistina konferansekê li ser Rojhilatê Kurdistanê, bi beşdariya hemû hêzên siyasî, rêxistinên civakî û çalakvanan,

- Hewldana ji bo çêkirina platformeke siyasî ya fireh bi navê “Navenda Biryardanê” yan jî navek din a wisa, ji bo girtina berpirsiyariya biryardanê li ser hemû mijarên bingehîn ên siyasî û dîplomatîk ên Rojhilat,

- Hewldana ji bo rêxistinkirina aksiyoneke gel a hevpar li Ewropayê bi bangdana Navenda Diyalogê û bi beşdariya Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê ji bo piştgirîkirin û berbiçavkirina îradeya siyasî ya gelê Rojhilat,

- Çêkirina bingeheke daîmî ji bo diyaloga berdewam di nav partiyan, ronakbîran û civaka sivîl de li hemû parçeyên Kurdistanê,

- Hewldana ji bo înîsiyatîfeke cîhanî ya hevrêz ji bo çalakî û dîplomasiya li ser pirsgirêka Kurdî

- Rêxistinkirina piştgirî û hevgirtinên cîhanî li ser Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê.

Netewa Kurd li ber deriyê guherînekê dîrokî deye. Tenê yekîtî, diyalog û çalakiya hevbeş rêyên rizgarbûnê, parastina rûmetê û pêkanîna pêşerojeke adil in.”