Li Londra Kurdistaniyan: Rojava ji bo mirovahiyê berxwe dide
Li Londrayê Kurdistanî vê carê li herêma bakur kom bûn, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û peyama “Rojava ji bo mirovahiyê berxwe dide. Em jî ji bo Rojava ber xwe bidin” dan.
Li Londrayê Kurdistanî vê carê li herêma bakur kom bûn, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û peyama “Rojava ji bo mirovahiyê berxwe dide. Em jî ji bo Rojava ber xwe bidin” dan.
Li Londrayê li dijî êrîşên li ser Rojava, Kurdistanî li herêma bakur a Ponders Endê kom bûn. Di çalakiya ku bi hezaran Kurdistanî beşdar bûbûn de, ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqeyek rêz hate girtin.
Bi awayekî pir caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Rojava”, “Bijî Kurdistan” hatin berzkirin. Di çalakiyê de alayên ku Rêber Apo û Qazî Mihemed lê hebûn hatin hildan. Alayên YPG û YPJ û ala Kurdistanê hatin hildan, pankartên ku li ser wan “Defend Rojava” nivîsî bûn jî hatin hildan.
Di axaftinên li wir de hate gotin ku gelê Kurd êdî li hember çeteyên cîhadî û hevkarên wan bêdeng namîne û wiha hate gotin:
“Rojava berxwe dide, mirovahî berxwe dide, azadî berxwe dide. Îro pişta xwe li Rojava zivirîn, wê were wateya xiyanetê li nirxên azadî, demokrasî û wekheviya mirovahiyê. Çeteyên terorîst ên cîhadî êrîşî dilê Kurdistanê dikin. Û careke din Rojava ji bo mirovahiyê berxwe dide. Em jî ji bo Rojava ber xwe bidin û em ê Rojava û Kurdistanê azad bikin.”
Piştî axaftinan, gel bi dirûşmeyan re ber bi herêma Waltham Cross ve meşiya. Di dema meşê de stran hatin gotin û gel bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” kolanan dagirtin. Dema ku gel ji herêma Enfield a ku Kurdistanî pir lê dijîn derbas dibû, piştgiriya gel bi çepiklêdan û tilîliyên xurt bala herkesî kişand.
Çalakî li Albany Park’ê bi dawî bû û gel bi çepiklêdan, dirûşme û tilîliyan re belav bû.