Li bajarê Horsens ê herêma Østjylland a Danîmarkayê, ji bo bibîranîna şehîdên Rojava û protestokirina êrişên HTŞ-DAÎŞ û çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, meşek hate li dar xistin. Meş îro demjimêr 15.00'an de li Torvet 14, li ber dêra mezin dest pê kir û zêdetirî 700 kes beşdar bûn.
Beriya meşê ji bo şehîdan deqîqeyek rêz hate girtin. Paşê çalakgeran bi sloganên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî YPG, Bijî YPJ”, “Gelê Kurd yek e”, “Terorîst Colanî, Terorîst Erdogan” di rêyên qelebalix ên navenda bajêr de meşiyan. Sloganên piştgiriya Rojava bi zimanên Danîmarkî û Îngilîzî jî hatin berzkirin.
Di çalakiyê de hunermendekî bi stranên Îngilîzî yên piştgiriyê bandorek xurt li ser beşdaran çêkir. Di axaftinan de bêdengiya medya û rayedarên Danîmarkayê ya li hemberî komkujî û qirkirina li Rojava bi tundî hat şermezarkirin. Hat destnîşankirin ku bêdengî tê wateya hevkarîkirina di sûc de; bang li hêzên hevalbend û raya giştî hate kirin ku bi Rojava re di nava piştgiriyê de bin.
Meş piştî ku vegeriya xala destpêkê, bi sloganên piştgiriya Rojava bi dawî bû.