Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e
BI DÎMEN

Li Torontoyê Çalakî: Medyaya ku Rojava nabîne hate rexnekirin

Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya CBC’yê li Torontoyê protesto kirin û bêdengiya medyaya Kanadayê li hember êrîşên li ser Rojava şermezar kirin.

Li gelek bajarên cîhanê pêlên protestoyê yên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên DAİŞ û HTŞ yên li ser Rojava bilind dibin, li bajarê Toronto yê Kanadayê jî berdewam dikin. Li gorî bangewaziya saziyên Kurdan ên hevpar, di vê çalakiyê de bêdengiya medyaya Kanadayê ya li hember êrîşên li Rojava bi tundî hate protestokirin.

Li Torontoyê Kurdistanî li ber avahiya navendî ya saziya weşanê ya Kanadayê CBC (CBC Television, CBC Radio, CBC News Network, CBC.ca) kom bûn û saziyên medyayê yên ku qirkirina li Rojava nabînin şermezar kirin. Çalakvanan bi dirûşmeyên “Bêdengiya çapemeniyê hevpariya sûc e”, “Li Rojava qirkirin heye, bêdeng nemîne” bang li raya giştî ya Kanadayê kirin. Gelek kes bi tîşortên ku li ser wan “Rojava rizgar bike” nivîsî bû, beşdarî çalakiyê bûn û peyamên piştgiriyê dan.

DOSYE RADESÎ CBC HAT KIRIN

Piştî çalakiyê komek çalakvan ketin hundirê avahiya CBC’yê û dosyeyên ku li ser êrîşên li Rojava amade kiribûn radestî berpirsiyarên saziyê kirin. Çalakvanan gotin ku CBC divê rastiyên li Rojava bigihîne raya giştî û bêdengiya medyayê êrîşên dewleta Tirk teşwîq dike. Di dosyeyê de agahiyên li ser bombebarana sivîlan li Rojava, hedefgirtina binesaziyê û rewşa mirovî ya herêmê hebûn.

Çalakvanan ji berpirsiyarên CBC re ev peyam şandin: “Ev bêdengî, hevpariya qirkirina li Rojava ye. Berxwedana Kurdan bibînin û li hemberî wê bêdeng nemînin.”

‘BÊDENGIYA NAVNETEWÎ QIRKIRINÊ MEZIN DIKE’

Di axaftinên li çalakiyê de hate kirin de anîn ziman ku bêdengiya çapemeniya navnetewî û dewletan êrîşên dewleta Tirk teşwîq dike. Axaftvanan diyar kirin ku Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên cîhanê jî hêvî û modelek demokratîk e û wiha gotin:

“Rojava hêvî û rûmeta gelên cîhanê ye. Em ê vê rûmetê nedin bin lingan. Bêdengî qirkirinê mezin dike. Saziyên medyayê divê berpirsiyarî bigirin ser xwe û rastiyan bigihînin gel.”