Li hemberî êrişên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûna li qada navneteweyî dewam dike. Yek ji siyasetmedarên sereke yên Fransayê Senator Remi Feraud li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
'BÊDENGÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN'
Senator Feraud anî ziman ku êrişên komên cîhadîst ên bi palpiştiya dewleta Tirk ên li ser Rojava nayên qebûlkirin, her wiha cihê fikaran e û got, "Çapemenî karakterê cîhadîst û Îslamî yê rejîma Sûriyeyê ya nû ji nedîtî ve tê. Min hefteya derbasbûyî li Senatoyê bi pêşnûme pirsekê bang li hikumetê kir. Ji bo Fransa bêdeng nemîne û pêşî li xemsariyê bigirim min hişyarî da. Ev rewş hem nayê qebûlkirin hem jî cihê fikaran bû. Niha xuya ye hin pêşketin heye lê mixabin gelekî dereng ma.
Eşkere tê dîtin ku Erdogan û rejîma Sûriyeyê ya nû û cîhadîst ji bala cîhanê ya li ser Gronland, Ûkrayna û Îranê sûd wergirt û li dijî Rojava gav avêt."
'ÊRIŞEKE PLANKIRÎ'
Senator Feraud diyar kir ku êrişên rejîma Sûriyeyê ya cîhadîst ên li Helebê destpê kir û li Rojava belav bûn, di çarçoveya konsepteke navneteweyî ya bi serkêşiya Tirkiyeyê de pêk hatin û got, "Erdogan li bakurê Sûriyeyê li nêzî sînorê Tirkiyeyê xweseriyeke Kurd qebûl nake. Her kesî bi PKK'ê re yek dibîne û wan weke 'terorîst' dibîne. Di piştgiriy ji bo komên Îslamî û rejîma Sûriyeyê ya nû de roleke girîng dilîze. Li gorî ku tê dîtin, meha Çileyê welatên din -Fransa jî di nav de- ne amade bûn. Êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê nîşaneya êrişên li ser Rojava bû.
Îro Kobanê dorpêçkirî ye û hema bibêje bi birçîbûnê re rû bi rû ye. Eger guhertine çênebe, dibe wê gef li ser herêmên din ên Kurdan ên li bakurê Sûriyeyê be. Ev heû bi rengekî plankirî, bi biryar û bi daxwaz têne kirin. Biryardariya Erdogan li holê ye."
'KOBANÊ JI BO HER KESÎ SEMBOL E'
Feraud işaret bi êrişên giran ên li ser Kobanê kir û got, "Kobanê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Rojava jî cîhana sembolek e. Di ser têkçûna DAÎŞ'ê ya li pêşberî Kurdan û rizgariya Kobanê re 10 sal derbas bûn. Kobanê hîn jî sembolek e û di nava raya giştî ya Rojava de vê girîngiya xwe dewam dike."
'XWESERÎ DIVÊ BÊ NASKIRIN'
Senator destnîşan kir ku seferberiya Kurdan û civaka Kurd a li Ewropayê bandor li wî kiriye û bi taybetî ji Fransayê xwest, ku di mijara naskirina xweseriya Kurdan a li Sûriyeyê de bi biryar be. Senator Feraud got, "Divê mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya Kurdan bikeve meriyetê. Têrê nake ku her tişt di bin serwerî û yekîtiya Sûriyeyê de bê komkirin. Ji bo Sûriyeyeke desantralîze ya ku pêkhateyên cuda dibin cihê hurmetê divê em zextê bikin. Ne tenê Kurd, her wiha Elewî, Durzî û Xiristiyan jî di rewşeke zehmet de ne û gelekî zilmê dibînin.
Ez dixwazim tevlî seferberiya piştgirî û parastina Kurdan bibim. Li gel ku 10 sal di ser şerê li dijî DAÎŞ'ê re derbas bûye, tenêhiştina wan bi rengekî eşkere xete ye."
'DYE'YÊ XIYANET KIR'
Feraud destnîşan kir ku Serokê DYE'yê Donald Trump xiyanet li Kurdan kir û diyar kir ku divê Serokkomarê Fransayê hîn bi biryar be. Feraud got, "Divê li nava raya giştî bi rengekî eşkere bê gotin, daîmî be û parastina Kurdan ji aliyê civaka navneteweyî û Rêveberiya Xweser a Kurdistanê ya Iraqê bi koordîne bê meşandin. Li DYE'yê jî gelek parlamenter û senator li hemberî biryara Trump kete nava liv û tevgerê. Beriya çend salan Trump xwest leşkerên Emerîkî ji bakurrojhilatê Sûriyeyê vekişîne, lê nekarî vê bike; ji ber ku mobîlîzasyonek çêbû bû.
'LI DIJÎ ERDOGAN DIVÊ HELWESTEKE ZELAL BÊ NÎŞANDAN'
Senator anî ziman ku li pişt êrişên li ser Rojava Tirkiye heye, lewma divê pozîsyoneke bi biryar li hemberî Tirkiyeyê bê nîşandan û got, "Li dijî Tirkiyeyê divê biryardarî hebe; naxwe weke li Qibris, Qerebax û Sûriyeyê bû, wê dubare bibe. Tirkiye welatekî mezin e, endamê NATO'yê ye, xwedî girîngiya jeostratejîk e. Lê belê eger em li ber emperyalîzma Serokkomar Erdogan ranebin, em ê nikaribin Kurdan ji îradeya tinekirinê biparêzin. Ji ber vê jî divê li hemberî Serokkomarê Tirk biryardarî hebe."
'ROJAVA MODELEK E, DIVÊ EM WÊ BIPARÊZIN'
Senator Feraud işaret bi girîngiya modela Rojava ji bo herêmê kir, û bi vê bangê xwest, bê parastin: "Li Fransayê ji bo parastina Rojava û modela civakeke demokratîk û wekhev û Kurdan ez ê têbikoşim. Modela Rojava ji bo Kurdan nebe nabe û ji bo tevahiya Rojhilata Navîn hêviyeke rasteqîn e. Li hemberî êrişan ez bi fikar im û xemgîn im; lê belê ez ji seferberiya ji bo Kurdan hate kirin bi bandor bûm.
Li Ewropayê her hefte çalakî têne lidarxistin û bilindkirina dengê raya giştî ji bo hikumet bikevin nava liv û tevgerê diyarker e. Ji bo parastina Rojava divê em bikevin nava liv û tevgerê."